Di Şerê Tunekirina Terorê de 6 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê beriya niha bi çend êrîşî pira di navbera gundê Baxoza Jorîn û bajarê El-Bûkemal de kir, lê êrîşa çeteyan têk çû û 6 êrîşkar hatin kuştin.

Di Şerê Tunekirina Terorê de 6 çete hatin kuştin
18 îlon, 2018   10:19

DÊRAZOR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê diyar kir ku şerê ji şeva din ta saetên sibê li derdora gundê Baxoza Jorîn dewam kir, hêzên QSD`ê pira di navbera gundê Baxoza Jorîn û bajarê El-Bûkemal de, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

QSD`ê  da zanîn ku îro çeteyan êrîş pir kirin da ku careke din dagir bikin, lê êrîşa wan têk çû û li derdora pir 6 êrîşkar hatin kuştin.

(kc)

ANHA