QSD`ê du Êzidî rizgar kirin

Yekîneyên taybet ên girêdayî QSD`ê di operasyonek taybet de di Pêngava Bagera Cizîrê li bejahiya Dêrazorê, du Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

QSD`ê du Êzidî rizgar kirin
18 îlon, 2018   10:13

DÊRAZOR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê derbarê mijarê de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Yekîneyên taybet ên girêdayî hêzên me, du Êzidiyên ku hatibûn revanadin û her du jî ji Şengalê ne rizgar kirin. Kesên hatine rizgarkirina navên wan wiha ne’Zaroka Înas Reşo(12) ji bajaroka Xanesor û jina bi navê Melko Xidir Kotî (40) ji gundê Koço ye.”

Li gorî daxuyaniyê her du kesên hatin rizgarkirin, radestî aliyên peywendîdar hatin kirin da ku radestî malbatên wan were kirin.

(kc)

ANHA