Sersaxî ji malbata Hêlîn Cûdî re hate xwestin

Bi sedan şêniyên Reqa û gundewarên wê, şervanên YPG/YPJ'ê û endamên saziyên sivîl û Meclisa Sivîl a Reqayê herikîn bin konê sersaxiyê yê şervana YPJ‘ê Hêlîn Cûdî.

Sersaxî ji malbata Hêlîn Cûdî re hate xwestin
16 îlon, 2018   14:16

REQA

Konê sersaxiyê li gundê Meyselûn ê li bekurê bajarê Reqayê li ber mala şehîd Hêlîn Cûdî hate vedan. Kon bi wêneyên şehîdan û alên YPG/YPJ'ê hatibû xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre beşdaran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Gelek axaftin bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Abdulhemûd, bi navê YPJ'ê fermendar Bêrîtan Reqa, bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê Hisên El-Bircus, bi navê Rêxistinkirina Meclisan endamê rêveber Neceh Mihemed Hesen û bi navê Meclisa Ciwanên Reqa Ehmed El-Xelef hatin kirin.

Di axaftinan de, berxwedaba şervanên QSD'ê ya li dijî terora DAIŞ`ê hatin silavkirin. Her wiha rola YPJ'ê di parastina jinan û rizgarkirina wan ji zilum û pergalên desthilat û zincîrên civaka mêrdestiyê bi bîrxistin.

Kesên axivîne soza şopandina rêya şehîdan ta bi destxistina azadiyê dan.

Her wiha dayîka şehîd Xelef El-Boş, Îtab Mihemed helbestek li ser şehîdan, şehadetê û rola dayîkan di parastina welatan de xwend.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA