Aşlekirina nexweşiya sorikan dest pê kir

Heyva Sor a Kurd a kantona Girê Spî dest bi hemleya aşlekirina nexweşiya sorikan kir û dê heta 27'ê Îlonê dewam bike.

Aşlekirina nexweşiya sorikan dest pê kir
Aşlekirina nexweşiya sorikan dest pê kir
Aşlekirina nexweşiya sorikan dest pê kir
16 îlon, 2018   12:41

GIRÊ SPÎ

Heyva Sor a Kurd îro dest bi hemleya dermankirina nexweşiya sorikan kir ku di nava zarokan de belav nebe û dê hemle heta 27'ê Îlonê dewam bike.

Aşlekirina zarokan ji temenê 6 salî heta 12 salî tê kirin û li kantona Girê Spî û navçeyên wê pêk tê.

Endama Heyva Sor a Kurd Fatima Hesen got ku hemle heta aşlekirina hemû zarokan dê dewam bike. Fatma da zanîn ku hemleyên aşlekirinê ne tenê ji bo sorikan, ji bo nexweşiyên din jî dê bidomin.

ANHA