Li Raco çeteyek hate kuştin

YPG`ê diyar kir ku di encama çalakiya hêzên wan li Raco de, çeteyek hate kuştin.

Li Raco çeteyek hate kuştin
16 îlon, 2018   12:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê encamên  çalakiya YPG`ê li Raco, bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li navçeya Raco li hember çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn.

Di dîroka 14’ê Îlonê de yekîneyek me li ser rêya gundê Berbenê ya girêdayî navçeya Raco li hember çeteyekî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kemînê pêk anîn. Di encama çalakiyê de ev çete hat kuştin û çeka wî hate desteserkirin.”

(kc)