Bi dehan sivîlan berê xwe da kampa Îwa

Bi dehan şêniyên gundên Dêrazorê gihaştin kampa Îwa ya bakurê bajarokê Hecîn ku cihê herî dawî yê çeteyên DAIŞ'ê ye. Ji aliyekî din ve pêşketinên QSD`ê li herêmê dewam dikin.

Bi dehan sivîlan berê xwe da kampa Îwa
Bi dehan sivîlan berê xwe da kampa Îwa
Bi dehan sivîlan berê xwe da kampa Îwa
Bi dehan sivîlan berê xwe da kampa Îwa
Bi dehan sivîlan berê xwe da kampa Îwa
Bi dehan sivîlan berê xwe da kampa Îwa
Bi dehan sivîlan berê xwe da kampa Îwa
16 îlon, 2018   09:21

EMAR El-XELEF - DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Bi dehan erebe ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de li bajarokê Hecîn derketin û berê xwe da kampa Îwa ya li bakurê bajarokê Hecîn.

Şêniyên ku ji herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê derketin, kêfxweşiya xwe der barê dîtina QSD'ê de anî ziman.

Ibrahîm El-Xelef ji bajarokê Bokemal ku li nêzî Hecînê dikeve, ji ANHA'yê re got ku çeteyên DAIŞ'ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin û wiha pê de çû: "Çeteyan em ji hemû pêdiviyên jiyanê mehrûm kirin, hiştin ku tunelan ji bo wan bikolin, da ku xwe ji derbeyên QSD`ê veşêrin.”

Ibrahim El-Xelef her wiha behsa kiryarên çeteyên DAIŞ'ê wekî qutkirina seriyan û hemû endamên laşê mirov û darvekirina mirovan li navenda bajarokê Hecînê kir.

El-Ehmed El-Elî ji bajarokê El-Besîra got ku çeteyên DAIŞ'ê nahêlin welatî ji bajarok derkevin û dibêjin QSD welatiyên ku ji bajar derdikevin dikuje. El-Elî da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê hemû malên sivîlan bombe dike û hemû rêyên ku dikevin bajarokê Hecîn girtine, her wiha hemû sekvanên ji piyanî li ser avahiyan belav kirine da ku welatî dernekevin derve.

(jo)

ANHA