'Pergala perwerdeyê ya Zanîngeha Rojava cuda ye'

Zanîngehên Rojava li ser esasê fêrkirin û mufredateke nû, bi laboratuvar û waneyên teorîk û pratîk perwerdeyê dibînin bi vî şeklî asta xwendekarên fakulteyên endezyariya petrol û endezyariya petrokîmyayê bi pêş dixin.

'Pergala perwerdeyê ya Zanîngeha Rojava cuda ye'
'Pergala perwerdeyê ya Zanîngeha Rojava cuda ye'
'Pergala perwerdeyê ya Zanîngeha Rojava cuda ye'
'Pergala perwerdeyê ya Zanîngeha Rojava cuda ye'
'Pergala perwerdeyê ya Zanîngeha Rojava cuda ye'
'Pergala perwerdeyê ya Zanîngeha Rojava cuda ye'
'Pergala perwerdeyê ya Zanîngeha Rojava cuda ye'
16 îlon, 2018   09:32

QAMIŞLO

Ev du sal e xwendekarên her du fakulteyên endezyariya petrolê û petrokîmyayê yên girêdayî zanîngeha Rojava xwendina xwe didomînin. Di her du fakulteyan de ku dikevin bajarokê Rimêlanê ya herêma Dêrikê, 140 xwendekar dixwînin.

Materyalên her du fakulteyan li gorî pîvanên navdewletî ne. Kadroyeke pispor perwerdeyê dide. Tevî waneyên teorîk bi gelemperî waneyên pratîk di laboratuvaran de esas tên girtin.

Hînkerê babeta kîmyayê li fakulteya Endezeya Petrokîmyayê Egîd Mihmemd, destnîşan kir ku waneyên pratîk ku li laboratuvaran pêk tên, şareza û agahiyan xwendekar xurt dikin. Her wiha Mihemed diyar kir ku hindek alav di laboratuvaran de kêm in.

Mihemed diyar kir ku ya ku dihêle Zanîngeha Rojava ne wekî zanîngehên din be, dûrketina wê ji perwerdeya klasîk a fêrkirinê ye. Têkildarî şêwazên perwerdeyê ku li her du fakulteyan tên bikaranîn, Mihemed wiha got: "Li ser dirêjahiya salê asta xwendekar bi rêya ezmûnên teorîk û pratîk û tevlêbûna wan di waneyan de tê nirxandin. Her wiha danûstandina xwendekar û tevlêbûna wî/ê ji mijaran re di navbera xwendekaran de yan jî di navbera mamoste û xwendekarn de."

Xebatên meydanî beşek ji prosesa perwerdehiyê ne

Xwendekar tenê di nav xebatên fakulteyê de namînin lê belê serdana zeviyên petrol û gaz, stasyon û qeşleyên hilberînê û hemû cihên girêdayî warê petrol û petrokîmyayê li derdora bajarokê Rimêlanê dikin.

Li gorî xwendekaran ev serdan zanyariyên xwendekaran ên taorîk xurt dikin. Ji ber ku yekser bi alav, karker û feniyan tê digihîjin û şêwaza xebitandina amûran, rastiya kar û şêwazên sererastkirinê fêr dibin û dizanin.

Xwendekaran pesnê pergala perwerdehiyê da

Her du fakulteyên petrolê û petrokîmyayê xwendekaran ji parêzgehên Sûriyeyê û zanîngehên Sûriyeyê pêşwazî dike. Hemû xwendekar pesnê pergala perwerdeyê ya nû da.

Xwendekarê bi navê Mihmemd Ehmed li Zanîngeha El-Bass a Himisê dixwend, piştre beriya 8 mehan veguhezî zanîngehê. Mihemed diyar kir ku ew destpêkê ji bo pergala perwerdeyê zehmetî kişand û wiha domand: "Di zanîngehên din de asta xwendekar di ezmûnekê de di dawiya salê de tê diyarkirin, lê rewş li vir cuda ye." Her wiha Ehmed pesnê asta mamosteyan û çavdêran a pîşeyî kir û tekez kir ku wan ji serdanên meydanî gelek sûd tê wergirtin.

(şx)

ANHA