ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.09.2018
15 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê dawîkirina terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, cenazeyê Miteweh Ehmed El-Leylî (Bahoz) yê ku qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tunekirina Terorê" şehîd bibû, li goristana Şehîd Raxib El-Etiyê oxir dikin. Saet 12:00.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo 3 şervanên ku di pêngava dawîn Bagera Cizîrê de şehîd bibûn sersaxiyê dixwazin. Saet 11:00. Li navçeya Serêkaniyê jî ji bo şervanê YPG‘ê Heqî Kobanê konê sersaxiyê tê vedan. Şêniyên navçeya Dêrikê jî ji malbata şehîd Serhed Baran re sersaxiyê dixwazin. Saet 10:00. .(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi girava birçîbûnê dikin. .(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hejmareke mamosteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi şahiyan ku li Qamişlo û Hesekê têne lidarxistin beşdarî dewreya 33 a Hêzên Erka Xweparastinê dibin .(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Roj bi roj têkiliyên di navbera dewleta Tirk û rêxistina terorê DAIŞ’ê de aşkera dibin. Vê carê serçeteyê DAIŞ’ê yê ji Îtalyayê yê bi navê Semîr Bogana, navên ku di nav DAIŞ’ê de bi kar dianîn Ebû Ebdullah El-Muhacir û Ebû Hureyra El-Muhacir, piştî DAIŞ li Sûriyeyê têk çû, dema ku dixwest bireve Tirkiyeyê ji hêla Yekîneyên Antîterorê (YAT) ve 27’ê Tebaxê hate girtin. Bogana qala têkiliyên Tirkiyeyê yên qirêjî kir. (BI WÊNE)

-Bi ragihandina qonaxa dawîn ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tunekirina DAIŞ‘ê" re bala her kesî diçe ser bargeha dawîn a çeteyên DAIŞ‘ê ya li rojhilata çemê Firatê, di nav de bajaroka Hecîn e, ku wekî bargeheke stratîjîk a çeteyên DAIŞ‘ê tê naskirin e .(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Girkê Legê destnîaşn kirin ku hikumeta Tirkiyeyê bi serkêşiya AKP'ê tenê bedana Ocalan girtiye, lê fikirê wî azad e û gotin, îradeya gel a ku xwe dispêre fikirê Ocala çeka herî xurt a li hemberî Tirkiye ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ne tenê kuştin, revandin û talankirinê pêk tînîn, di heman demê de rizqê şêniyan qût dike, ku nahêle ti kes nêzî zeviyên xwe bibe û mal û milkên wan desteser dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Şervan ji hemû aliyên Kurdistanê li vir kom bûn û li li dijî hêzên tarî efsaneyên qehremaniyê dane nîşandan. Berxwedana Kobanê ango Berxwedana Sedsalê hevsengiyên li ser erdê guherandin û li pey wê şerê rizgarkirina Bakurê Sûriyeyê dest pê kir. (BI WÊNE)

HEVPYVÎN

- Endamê Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demorkatîk (Heyet El-Tensîq) Ziyad Wetfê  destnîşan kir ku dosyaya Sûrî êdî ne tenê girêdayî Sûriyeyê, bûye bûyereke herêmî û cîhan, di encamê de hêzên bi nakok ên li Sûriyeyê şerê xwe bi dawî nakin, şerê li dijî DAIŞ‘ê jî bi dawî nabe, heya ku Sûriyeyê di navbera xwe de dabeş nekin, tu çareseriyeke siyasî pêk nayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Serêkaniyê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe. Meş ji ber avahiya navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî dest pê dike. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêxistina Kongreya Star a navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî binpêkirinên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên Efrînê mîtîngekê li dar dixe. Saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li Kobanê ji bo ku çanda xwe ya kevn vegerînin û bi zarokên xwe bidin naskirin, 3 jinan bi hev re dikanek vekir û tê de dest bi çêkirina nanê tîrê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komeleya Xemla Jinê xurtkirina têkiliyên civakî yên di navbera jinan de û pêşxistina aboriya jin armanc dike .(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Navenda Lêkolînên Jineolojî "Zanista Jinê" ya Minbicê, roleke mezin di rêxistinkirina semînerên li ser azadiya jin û rola wêya di civînê de dilîze .(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-4 gundên girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê zehmetiyên tunebûna nuqteyên tenduristiyê dikişînin û daxwaza vekirina navendeke tenduristiyê dikin .(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya Gel a herêma Bisêra ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrzorê bê navber dixebite da ku binsaziya herêmên û gundên wê ji nû ve sererast bike, her wiha ji bo demên pêş jî pilansazî danî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA