Kobanê dawî li DAIŞ û çavbirçîbûna Tirkiyeyê anî

Hêviyên çeteyên DAIŞ‘ê yên desteka ji Tirkiyeyê digirtin, li hemberî berxwedana dîrokî ya şervanan têk çûn. Şervan ji hemû aliyên Kurdistanê li vir kom bûn û li li dijî hêzên tarî efsaneyên qehremaniyê dane nîşandan. Berxwedana Kobanê ango Berxwedana Sedsalê hevsengiyên li ser erdê guherandin û li pey wê şerê rizgarkirina Bakurê Sûriyeyê dest pê kir.

Kobanê dawî li DAIŞ û çavbirçîbûna Tirkiyeyê anî
Kobanê dawî li DAIŞ û çavbirçîbûna Tirkiyeyê anî
Kobanê dawî li DAIŞ û çavbirçîbûna Tirkiyeyê anî
Kobanê dawî li DAIŞ û çavbirçîbûna Tirkiyeyê anî
Kobanê dawî li DAIŞ û çavbirçîbûna Tirkiyeyê anî
15 îlon, 2018   04:20

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Di 15‘ê Îlona 2014‘an de, komên çete yên DAIŞ‘ê ji sê aliyan ve êrîşên hovane anîn ser kantona Koban. Di êrîşan de çekên pêşketî yên ku ji artêşa Sûriyeyê û Iraqê talan kiribûn bi kar anîn, Tirkiyeyê bi destekdayîna xwe bi çeteyan re beşdarî vê êrîşê bû.

Di beşa yekemîn a dosyaya me de, me bal kişand ser derketina DAIŞ’ê û çawa gelek herêmên Sûriyeyê û Iraqê girtin, di heman demê de me qala destekdayîna dewleta Tirk bi çeteyan re li beramberî ku Kurdên Sûriyeyê têk biçin. Her wiha me qala çawaniya ketina artêşa ji 300 hezar leşkerî li ser xaka Kobanê. Di vê dosyayê de em ê van mijaran bi firehî bi bîr bînin.

Dagirkirina 300 gundî û şerê taxên dawîn

Komên çete yên DAIŞ‘ê di êrîşên xwe yên li ser Kobanê de sûd ji erdnîgariya wê  ya nîv çol  wergirt û êrîşên giran pêk anîn ku di nava çend rojan de 300 gund û bajarê Kobanê dagir kirin, dîsa jî şervanên YPG û YPJ‘ê li hemberî van êrîşan û dagirkirinê bê bersiv neman.

Komên çete yên DAIŞ‘ê di 5‘ê Cotmehê de nêzî bajarê Kobanê bûn. Li vir bi sedan şervan ji bo şerê çarenûsî amade bûn. Çeteyên DAIŞ‘ê bi dijwarî êrîş pêk anîn bi hezaran çete ji sedî 70 bajar girt, lê şerên giran li taxên aliyê rojava rû dan. Li ser vê yekê balafirên koalîsyonê mudaxe kir û nuqteyên DAIŞ‘ê yên li gundewaran bombebaran kirin.

Tirkiyeyê aşkera destek dida DAIŞ’ê

Her çi qas hikumeta Tirkiyeyê digot dê Kobanê "Bajarê ku çirûska şoreşa Rojava lê vêketî" bikeve, lê hemû xeyalên wê li hemberî berxwedana şervanên Kurd û Ereb ên li van taxan têk çûn.

Di hemû mehên şer de desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan nesekinî. Dewleta Tirk bi çek, tank û lojîstîk destek dida çeteyan, her wiha bi rêya sinyalan deverên şervanan nîşanî çeteyan didan.

Tirkiyeyê, di heman demê demê gundên li ser sînor ji niştecihên wê vala kirin û çete derbas dikirin da ku êrîşên xwekujî di deriyê sînor ê Murşidpinarê derbasî herêmê bike. Serdana rayedarekî Tirk bi serçeteyê DAIŞ‘ê Umer El-Şîşanî re ji bo gundên sînor rastiya têkiliyên DAIŞ‘ê bi Tirkiyeyê diyar dike.

DAIŞ kêm dibe û cîhan ji bo Efrînê radibe

75 roj bes in ku dema şerê li dijî rêxistina herî xeternak di cîhanê de dest pê bike. Cenga Murşidpinarê yek ji girîngtirîn stasyonên Berxwedana Kobanê ya 2014‘an bû.

Cenga Mûrşidpinarê di 29‘ê Mijdarê de dest pê kir, em dikarin vê cengê wek destpêka rizgarkirina Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ‘ê bi nav bikin, di vî şerî de her wiha planên dewleta Tirk ên li dijî herêmê aşkera bûn.

Li hemberî van komên xeternak, li gelek deverên cîhanê mîna Afganistan, Japonya, Arjantîn û Amerîkayê gel daketin qadan.

Volkana Firatê bingeha avabûna QSD‘ê  ye

Di nav de YPJ û YPG‘ê û hejmareke komên leşkerî yên Erebî di bin banê Odeya Çalakiyan a Volkana Firatê de operasyoneke da destpêkirin. Operasyon ji du kolanan ve dest pê kir, di vê çarçoveyê de bajarê Kobanê di 26‘ê Çileya 2015‘an de bi temamî hate rizgarkirin. Emîrekî DAIŞ‘ê ku ji aliyê QSD‘ê ve hatibû girtin, diyar kir ku di vî şerî de 6 hezar çete hatin kuştin.

Piştî rizgarkirinê, hêzên hevbeş berê xwe dana Girê Spî û di 14‘ê Hezîrana 2015‘an ev rizgar kir. Piştî çend hefteyan ango 27‘ê Tîrmehê saet di 13.00‘an de daxuyanî dan û rizgarkirina bajarokê Sirînê ragihandin.

QSD‘ê di nava çend salan de serkeftinên mezin anîn, ji wan rizgarkirina Holê di 13‘ê Mijdara 2015, Bendava Tişrînê di 26‘ê Kanûnê de, Şedadê di 19‘ê Sibata 2016‘an, Minbic di 15‘ê Tebaxa heman salê de. Di heman demê de bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin. Paşê jî berê xwe dane "paytexta xilafetê Reqayê” û di 17‘ê Cotmeha 2017‘an de rizgar kirin.

Beriya çend rojan jî pêngava dawîn a Bagera Cizîrê bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" li Dêrazorê di nav de bajarokê Hecîn, ragihandin û çete di bêrîka dawîn de asê kirin.

(bb)

ANHA