YPG`ê nasnameyên şehîdên Tebqa û Dêrikê aşkera kirin

YPG`ê diyar kir ku 3 hevreyên wan li Tebqayê di encama qezayekê de û hevrêyekî wî wan li Dêrikê di encama nexweşiyekê de gihaştin asta şehadetê.

YPG`ê nasnameyên şehîdên Tebqa û Dêrikê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên şehîdên Tebqa û Dêrikê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên şehîdên Tebqa û Dêrikê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên şehîdên Tebqa û Dêrikê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên şehîdên Tebqa û Dêrikê aşkera kirin
14 îlon, 2018   11:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 4 şehîdan aşkera kirin.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Di 11 û 12'ê Îlonê li bajarê Tebqa û Dêrikê de 4 rêhevalên me gihaştine şehadetê. Der heqê şehadetên rêhevalên me de agahiyên berfireh wiha ne:

Di 11’ê Îlonê de 3 rêhevalên me ku li herêma Tebqayê erk û peywirên xwe bi cih dianîn, di encama qezayekî de gihaştine şehadetê. Nasnameyên rêhevalên me ku gihaştine şehadetê, wiha ne:

Nasnav: Berîtan Nûda

Nav û Paşnav: Raziye Keçaronî

Navê Dayikê: Kubar

Navê Bav: Yusif

Cihê Jidayikbûnê: Mehlemî / Rojhilat

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 11 Îlon 2018

*****

Nasnav: Hêlîn Cudî

Nav û Paşnav: Nadra Elûsî

Navê Dayikê: Xelfa

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Jidayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 11 Îlon 2018

*****

Nasnav: Jiyan Qamişlo

Nav û Paşnav: Xewla Ibrahîm

Navê Dayikê: Bedriye

Navê Bav: Hemîd

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 11 Îlon 2018

Rêhevalê me Serhed Baran ku li herêma Dêrikê kar û xebat dida meşandin, di encama nexweşiya penceşêrê de gihaştiye şehadetê. Nasnameya rêhevalê me wiha ye:

Nasnav: Serhed Baran

Nav û Paşnav: Mehmet Alkan

Navê Dayikê: Qudret

Navê Bav: Şêxmus

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik / 12 Îlon 2018

Em 3 rêhevalên xwe ku di encama qezayê de û rêhevalekê me ku ji ber nexweşiyê gihaştine asta şehadetê, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û gelê me yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku xeyalên azadiyê yên şehîdên me yên nîvçemayî dê bi serkeftinê tacîdar bikin.”

(kc)