Civîna Koma Biçûk ji bo Sûriyeyê dest pê kir

Civîna Koma Biçûk bi nûnerê navneteweyî Staffan De Mistura re dest pê kir.

Civîna Koma Biçûk ji bo Sûriyeyê dest pê kir
14 îlon, 2018   11:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna Koma Biçûk (Fransa, Amerîka, Brîtaniya, Erebistana Sûidî û Urdun) ji bo Sûriyeyê bi nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mistura re dest pê kir.

Koma Biçûk ji bo çareseriya rewşa Sûriyeyê hin rêgez ragihandibûn. Di nava rêgezên ku hatin îlankirin de, erkên serokê Sûriyeyê werin diyarkirin û sîstema nenavendî li Sûriyeyê were pêşxistin. Her wiha beşdarbûna nûnerên ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo destûra nû ya Sûriyeyê.

Tê payîn ku ev rêgezan îro dê radestî nûnerê navneteweyî werin kirin.

Her wiha wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da zanîn ku haziriyên Moskovê ji bo rêyên naskirin û hevkariya di Astana û Koma Biçûk de li ser Sûriyeyê hene.

(jo)