Çeteyên Tirkiyeyê li Sehil El-Xab pirek teqand

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê piştî ku çek û cebilxane ji Tirkiyeyê wergirtin, pirek li Sehil El-Xab teqand.

Çeteyên Tirkiyeyê li Sehil El-Xab pirek teqand
14 îlon, 2018   11:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku beriya niha gundên El-Sekîk û El-Xewîn ên gundewarên başûrê rojhilatê Idlibê hatin topbarankirin, careke din ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin topbarankirin. Her wiha navenda çavdêriyê got ji şeva Pênşemê ve aramiyek li herêmê heye.

Her wiha hate destnîşankirin ku li aliyê rojavayê bajarê Helebê yê din bin serweriya hêzên rêjîma Sûriyeyê de gelek teqînan rû da. Teqîn ji ber topbarana çeteyên Tirkiyeyê li ser herêmên li kolana El-Nîl û derdora pêk hatin. Di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 10 welatî jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve jî li derdora gundê El-Sikeriye û El-Tefrîa yên rojhilatê bajarê Babê yê gundewarên bakurê rojhilatê Helebê di navbera çeteyên Tirkiye û hêzên rêjîmê de şer derket.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê heta niha tu agahî der barê ziyanên mirovî de nehatine bidestxistin.

Îro di saetên sibê de li herêmên di bin serweriya çeteyên Tirkiyeyê de yên Sehil El-Xab ên gundewarên bakurê rojavayê parêzgeha Hemayê gelek teqînan rû da. Li gorî navenda çavdêriyê pira Tiwêne ya di navbera gundê Tiwêna yê di bin serweriya çekdaran de û gundê El-Hera yê di bin serweriya hêzên rêjîmê de ji aliyê çeteyên El-Cebe El-Weteniye ya Tehrîrê ve hate teqandin.

Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê di 5`ê Îlonê de hewl da wê pirê biteqinîn lê hewldanên wan bi ser neketin.

Teqandina piran piştî ku çeteyên li Idlib û derdora wê di çarçoveya amadekariyên operasyonên li ser Idlibê de gelek çek û cebilxane ji Tirkiyeyê wergirtin, pêk hat.

(bx)