120 rojan li Efrînê, serpêhatiya malbateke efrînî

Li Efrînê welatiyek tevî malbata xwe ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin îşkencekirin. Her wiha dagirkeran gelek pere ji wan dizîn.

120 rojan li Efrînê, serpêhatiya malbateke efrînî
14 îlon, 2018   08:11

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Rojane bi dehan ji şêniyên Efrînê ji ber kiryar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku li ser sivîlan kuştin, revandin û talankirinê dikin, şerpeze dibin. Ji 18`ê Adara derbasûyî ve roj derbas nabe ku welatiyên li Efrînê mane ji aliyê dagirkeran ve bi tawanên derew neyên revandin. Piraniya çavkaniyan tekez dikin ku armanca dagirkeran ji kiryarên hovane ew e ku pereyan ji welatiyên ku direvînin, bistînin.

Welatiyê R.E. ku nêzî 120 roj li Efrînê ma, beriya çend rojan ji wê derket, ji ajansa me ANHA`yê re tiştên ku dîtin û hatine serî wî, vegotin.

R.E. destnîşan kir ku ew tevî şêniyên Efrînê di 18`ê Adarê de ji Efrînê derketin û berê xwe dan navçeya Şêrawa û li gundê Gîmar xwe bi cih kirin. R.E. di axaftin xwe de got piştî ew gihaştin gundê Gîmar, dagikeran ew gund jî dagir kir, ji derve bang wan kirin ku heger dernekevin dê we bikujin, ew tevî jinan bi hev re derketin, jin şandin cihekî din, ew sekinandin û kontrol kirin û hemû pereyên bi wan re û telefonên wan jî ji wan standin.

R.E. diyar kir ku dema ku hate berdan berê xwe da bajarê Efrînê û destnîşan kir ku dema ew gihaşt Efrînê di roja din de di saetên sibê de berê xwe da firinê da ku nan bikire, lê wê derê yek ji çeteyan li pêşiya wan sekinî û got kî dixwaze tev li polîsên leşkerî bibe bila bi me re were, her wiha çete got ew xwediyê Efrînê ne.

Li gundê xwe vegeriya û lêdan xwar

R.E. diyar kir ku piştî wî kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dîtin, ew bi tirs bû li bajarê Efrînê bimîne û ev tişt anî ziman: "Min berê xwe da gundê xwe, li wê derê ez rastî yek ji çeteyên Lîwaya 112`an ê bi navê Ebû Ebdo hatim. Ji min re got tu bi ewle ye. Lê piştî du rojan ez li mala xwe vegeriyam lê min kurê xwe nedît. Ji min re gotin çeteyan kurê min revandiye. Min dest bi lêkolînê li ser kurê xwe kir. Lê piştî du saetan ez ji aliyê dagirkeran ve hatim revandin. Bi hinceta ku min agahî der barê vegera ji gundê xwe re nedaye wan, min lêdan xwar."

R.E. destnîşan kir ku piştî hefteyekê hevser û kurê wî careke din ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin revandin. R.E. got di destpêkê de tu agahî li ser wan nikaribû bi dest bixista, ji wî re digotin hevser û kurê wî li Ezaz an jî li wîlayeta Kilîs a Tirkiyeyê ne, lê piştî demekê wî bihîst ku ew di dibistana El-Kerame ya bajarê Efrînê ya ku dagirkeran veguheriye girtîgehê de, girtî ne.

R.E. diyar kir ku beramberî berdana wan 2 hezar û 400 dolar dan dagirkeran.

Di cejnê de bi tawanên derew careke din revandin

Li gorî R.E. diyar kir, ew di roja duyemîn a cejna Qurbanê de careke din ji aliyê dagirkeran ve bi tawanên derew hate revandin.

R.E. di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew bi awayekî hovane ji aliyê dagikeran ve hate îşkencekirin û piştî wê hate berdan. R.E. got piştî ew hate berdan wî careke din berê xwe da Efrînê, çend rojan li wê derê ma û li beramberî derketina wan ji wê derê hezar û 250 dolar dan çeteyan da ku ji wê derê derkevin û berê xwe da kantona Şehbayê.

Hevsera R.E. got ew ji aliyê 7 endamên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê ve hate revandin, bi wan re du erebe hebûn, ew bi tawana ku beriya niha di komîna gund de dixebitî girtin û dema ku ji aliyê dagirekan ve hate revandin hemû pereyên pê re jê standin.

Hevsera R.E. destnîşan kir ku dagirkeran çavên kurê wê girtin û lêdan û wiha anî ziman: "Çeteyan ez ber bi erebeyê ve birim. Bi hinceta ku min di komîna gund de kar dikir ez hatim girtim. Lê pêş çavên min kurê min îşkence kirin û bi rêya têlên kehrebeyê li min dan û ez îşkece kirim."

(bx)

ANHA