Şêrko Hesekê: Hemle didome, erka sereke rizgarkirina sivîlan e

Ji fermandarên QSD`ê Şêrko Hesekê diyar kir ku qonaxa “Şerê Tunekirina Terorê”didome û tekez kir ku erka wan a sereke rizgarkirina sivîlên li herêmên dagirkirî ye.

Şêrko Hesekê: Hemle didome, erka sereke rizgarkirina sivîlan e
Şêrko Hesekê: Hemle didome, erka sereke rizgarkirina sivîlan e
Şêrko Hesekê: Hemle didome, erka sereke rizgarkirina sivîlan e
Şêrko Hesekê: Hemle didome, erka sereke rizgarkirina sivîlan e
Şêrko Hesekê: Hemle didome, erka sereke rizgarkirina sivîlan e
14 îlon, 2018   08:21

DIYAR EHMO-EMAR EL-XELEF / DÊRAZOR

Qoxana dawîn a hemleya Xezeba Firatê ya bi navê “Şerê Tunekirina Terorê” li dijî çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Hecîn û gundên girêdayî wê, dewam dike. Di vê çarçoveyê de, ji fermandarên QSD`ê Şêrko Hesekê axivî û da zanîn ku hemle didome û hêzên wan bi pêş ve diçin.

Şêrko Hesekê diyar kir ku hêzên wan nîvê gundê El-Baxûze Jorîn rizgar kiriye, piştre dê hêzên wan berê xwe bidin gundê El-Sewiye ku gundê dawîn e di navbera wan û bajarokê Hecîn de.

Şêrko got hêzên wan ji baskekî din ve dest bi qonaxê kiriye da ku herêm bi awayekî lezgîn ji terorê were rizgarkirin.

Şêrko Hesekê bi lêv kir ku çete di gundan hatine dorpêçkirin û li hemberî derbeyên ku ji QSD`ê dixwin, tarûmar bûne û wiha pê de çû: “Çeteyên DAIŞ`ê niha piraniya xwe çekên sekvan, hewan û mayinan bi kar tînin.”

Şêrko destnîşan kir ku çete di hedefa hêzên wan de ne, yan çete xwe radest bikin, yan jî dê werin kuştin.

Ji fermandarên QSD`ê Şêrko Hesekê di dawiya axaftina xwe de ev tişt got:”Armanca me ya sereke rizgarkirina sivîlan ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê ye. Ji ber vê yekê jî me gelek korîdorên mirovî vekirine da ku sivîlan rizgar bikin. Her wiha sivîlên em rizgar dikin, em wan dibin kampan, heta herêmên wan rizgar dibin.”

(kc)

ANHA