Hêzên Ewlekariya Tebqayê madeya hişbiriyê desteser kirin

Buroya Têkoşînê ya li Dijî Sûcên Rêxistinî bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê û Buroya Hawîrdorê ya Şaredariya Gel li deverên cuda yên Tebqa û Reqayê miqdarek mezin ji madeya hişbirê desteres kir.

Hêzên Ewlekariya Tebqayê madeya hişbiriyê desteser kirin
13 îlon, 2018   16:00

TEBQA

Buroya Têkoşînê ya li dijî Sûcên Rêxistinî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê û Buroya Hawîrdorê ya Şaredariya Gel miqdarek mezin li gelek herêmê Tebqa û Reqa madeya hişbirê telef kirin.

Miqdara madeya hişbirê yên hatiye telefkirin ev in: 96 hezar hebên Cptagon, zêdetirî 15 hezar Tirmador û 14.5 kg heşîşa hevîr û heimarek ji şînatiyên hişbirê.

Buroyê hemû made veguhestin cihekî derveyî bajarê Tebqayê û bi çavdêriya komîteyên ku hatine bibîrxistin telef kir û şewitand.

Her wiha têkildarî mijarê endamê rêveber ê buroyê Mihemed Şêxo daxuyanî da.

(şx)

ANHA