YPG: Endamê DAIŞ’ê yê ji Îtalya ye hate desteserkirin-HAT NÛKIRIN

YPG‘ê ragihandin ku hêzên wan bi operasyoneke taybet, serçeteyekî DAIŞ`ê yê bi bandor û bi eslê xwe ji Îtalayayê, girt.

YPG: Endamê DAIŞ’ê yê ji Îtalya ye hate desteserkirin-HAT NÛKIRIN
13 îlon, 2018   12:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG‘ê li ser mijarê daxuyaniyeke weşand.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin:

"Têkoşîna me ya li hember koma terorê ya DAIŞ ya ku weke rêxistina herî tundraw ya dîroka mirovahiyê derket holê, êrîşî nirxên civakan yên ku bi kedên mezin hatine afirandin dike û di serî de gelên Rojhilata Navîn, qetla hemû mirovahiyê ji xwe re dike armanc, bi awayekî bi bandor di her qada jiyanê de didome. Şerê me yê li hember vê koma terorîst ku ji Ewropa heya Asya û Rojhilata Navîn xwe bi êrîşên hovane û dermirovî li ser lingan digire û hewl dide bi tirsa ku avakirî xwe mezin bike, roj bi roj bi destkeftiyên nû berdewam dike. Operasyonên ku li Kobanê û Cizîrê bi awayek serkeftî hatin bi encamkirin û pêngava Bagera Cizîrê ya ku niha li herêma Dêrezorê tê meşandin îspatên dîrokî yên têkoşîna me dijî DAIŞ’ê ye. Şerê me yê têkoşînê ya ku em îro dimeşînin, bi destkeftiyên mezin di dîrokê de dibe xaleke şikestinê û paşerojek ewle û bi rûmet ji bo gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn misoger dike.

DAIŞ‘ê hewl daye ku bi navê Îslamê baweriyan qirêj bike, bi nêzikatiyek hovane û rêbazên dermirovî û herwiha bi çeteyên ku ji her aliyê cîhanê kom kirî tirs ava bike xwe wiha li ser lingan bigire. Li Ewropayê gelek kes weke hucreyên veşartî yên vê rêxistinê kar kirine, di dema hatiye xwestin de êrîşan pêk anîne û van hewldanên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê jî domandine. Weke YPG û YPJ li hember van hucreyan gelek operasyonên me yên serkeftî çêbûne û ev dem bi dem bi raya giştî re hatine parvekirin. Di vê çarçoveyê de, di encama operasyoneke taybet ya Yekîneyên Antî Teror de (Y.A.T.) çeteyê bi navê Semîr Bogana (Nasnav Ebû Hûreyre el-Mihacir û Ebû Ebdillah el-Mihacir) yê ku bi eslê xwe ji Îtalya ye di dîroka 27’ê Tebaxê de, dema dixwest bireve Tirkiyê hatiye girtin. Semir Bogana yê ku ji kar û barên veguhestina çekên ku Tirkiyê dide DAIŞ berpirsiyar bû, herwiha berpirsiyartiya xebatên çeteyên biyanî yên li Rojavayê Kurdistanê jî dikir. Bi agahî û zanyariyên ev çeteyê ku hatiye girtin daye, di derheqê rêxistina terorê ya DAIŞ û têkiliyên wê yên derve de gelek agahî bidest ketine û di têkoşîna li hember DAIŞ’ê de destkeftiyek mezin derketiye holê."