Komîteya Erka Xweparastinê gotegot derewandin

Komîteya Erka Xweparastinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê daxuyaniyek têkildarî gotegotên li herêmê belav bûne da.

Komîteya Erka Xweparastinê gotegot derewandin
13 îlon, 2018   11:52

TEBQA

Daxuyaniya Hevserokatiya Komîteya Erka Xweparastinê wiha ye:

"Daxuyanî ji gelê me yê li herêma Tebqayê re,

Piştî me destek da Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo hemleya paqijkirina terorîstên DAIŞ'ê ji herêma Tebqa û gundên wê, em tekez dikin ku gotegotên der barê  qedexeya derve û hemleya ewlekariyê de ku tê kirin hemû gotegot in û tiştê di nava bajêr û gundan de belav  bûye hemû derew in û rastiya xwe tune ye.

Em soz didin welatiyên bajar û gundên wê, em ê heta dawiyê ewlekariya gelê xwe li bajar û gundan biparêzin.

Jiyaneke kêfxweş ji bo gelê xwe hêvî dikin."

(jo)

ANHA