Komên çete dîsa bi hev ketin

Li Efrînê şer di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker de qewimî. Di encamê de gelek birîndar çêbûn.

Komên çete dîsa bi hev ketin
13 îlon, 2018   07:31

EFRÎN

Li gorî çavkaniyekî ku ji nûçegihanê me ANHA'ê re diyar kir ku şeva derbasbûyî şerekî giran di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker de li navenda Efrînê li ser rêya herêma Raco li devera Çerxerêya Newroz pêk hat, lê sedema şer nehat zanîn.

Çavkanî da zanîn ku saet di 13:00’an de şer di navbera tabûra Ehrar El-Şerqiye û komeke din de pêk hat, di encamê de herî kêm birîndarek çêbû.

Hêjayî gotinê ye ku şerên di navbera komên çete de pêk tên, bi piranî ji ber hevparkirina mal û milkê diziyê yê welatiyên Efrînê ye.

(jo)

ANHA