Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Tirkiye berdewam çekan ji komên terorîst ên dagirkeriya Idlibê dikin re dişîne. Mosko nîşan dide ku derengxistina êrîşa Idlibê pêkan e. QSD'ê pêngava xwe ya li dijî berîka dawî ya terorê li rojhilatê çemê Firatê didomîne.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
13 îlon, 2018   07:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşa dawî li parêzgeha Idlibê û qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina giştî rojhilatê Firatê ji çeteyên DAIŞ'ê kirin. rojnameyan bal kişandin ser rewşa siyasî ya li Îraqê û behsa alîkariya Amerîka bi koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê li Yemenê kirin.

El-Heyat: Mosko derengxistina êrîşa li Idlibê pêkan nîşan dide

Girêdayî rewş û aloziya Sûriyeyê rojnameya El-Heyat behsa rewşa dawî li Idlibê kir û got ku diyardeyên kêmbûna sorbûnê Rûsî û Sûrî derdikevin, piştî ku Mosko nîşan da ku derengxistina êrîşa li dijî Idlibê pêkan e, lê Enqere weke berpirsyarê jihevxistina komên terorîst digire dest. Vê yekê hişt ku rêjîm şerê li çolistana Sûriyeyê ji bo qewitandina DAIŞ'ê xurt kir.

Rojnameyê nivîsa xwe wiha domand: "Şandeyê Rûsya li Sûriyeyê Alêksander Lavrentiyêv piştrast kir ku welatê wî ji çareseriyeke aştiyane re ji bo rewşa Idlibê amade ye. Lê Tirkiye weke berpirsyarê jihev cûdakirina tabûran û komên terorîst ên opozîsyona nerm girt dest. Lavrentiyêv got ku danûstandinên li Cinêvê bi şandeyê navnetewî Stîfan De Mistûra re, Rûsya û dewletên misogerkar bi hemû hêz û derfetên xwe hewl didin doza Idlibê bi kêmtirîn ziyan çareser bikin. Leşkerên her sê dewletan dikarin li ser rêbazekî li dijî rêxistinên terorîst ên li Idlibê li hev bikin. Lavrentiyêv wiha li axaftina xwe zêde kir: "Baştir e rewşa Idlibê aştiyane were çareserkirin. Dûrxistina hêza leşkerî pêkan e, em dikarin şerê li dijî rêxistina terorê hefteyekê yan du yan sê hefteyan dereng bixînin. Lê paşê çi? Divê ev doz ji bingeh ve were çareserkirin."

Şerq El-Ewsat: Lêkolîna navnetewî metirsiyên bikaranîna kîmyawî li Idlibê piştrast dike

Girêdayî lêkolînên der barê bikaranîna çekên kîmyawî li Sûriyeyê de rojnameya Şerq El-Ewsat di nivîseke xwe de ragihand ku lêkolînerên navnetewî ku di aliyê mafên mirovan de dixebitin duh diyar kirin ku rêjîma Sûriyeyê ji sala 2013'an ve ji dema ku ragihandiye ku dê sîstema xwe ya kîmyawî bi dawî bike 33 êrîşên kîmyawî pêk anîne. Ev yek jî metirsiyên senaryoya bikaranîna çekên kîmyawî di şerê Idlibê de zêde dike.

Lêkolînerê navnetewî, li Cinêvê gotin ku hêzên rêjîmê li Xota dema ku di bin serweriya opozîsyonê de bû, gaza kilor bikar aniye û ev çekeke kîmyawî ya qedexe kirî ye û îsal jî li parêzgeha Idlibê bikar aniye. Evan êrîş weke sûcên şer tên destgirtin. Rayedarekî Netewên Yekbûyî ji Reuter's re diyar kir ku hejmara êrîşên kîmyawî yên komîteyê belge kirine 39 êrîş in û ji wan 33 êrîşên hikûmetê ne.

El-Qudis El-Erebî: Tirkiye şandina çekan ji opozîsyonê re zêde dike.. ewropî û navnetewî hişyariya êrîşeke kîmyawî dan

Der barê berdewama alîkariya Tirkiyeyê bi komên terorîst re, rojnameya El-Qudis El-Erebî li ser navê çavkaniyên opozîsyona Sûriyeyê ji Reuter's re diyar kirin ku Tirkiyeyê alîkariyên xwe yên leşkerî bi leşkerên opozîsyonê re zêde dike da ku alîkariya wan li dijî êrîşa artêşa rêjîma Sûriyeyê bike. Rayedarên opozîsyonê dane zanîn ku piştî lûtkeya Tehranê têk çû, Tirkiyeyê alîkariyeke leşkerî ji herêma Idlibê re şandiye.

El-Heyat: QSD xwe ji êrîşên DAIŞ'ê yên xwekuj re amade dike

Girêdayî geşedanên dawî li herêma Cizîrê û qonxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina berîka dawî ya di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de li rojhilatê çemê Firatê de, rojnameya El-Heyat ragihand ku pevçûnên giran di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de rû didin. QSD'ê guman dike ku DAIŞ'ê êrîşên xwe yên xwekujî zêde bike û piştrast kir ku çarçoveyeke demkî ji vê çalakiya leşkerî re nehatiye danîn.

QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi alîkariya koalîsyona navnetewî li aliyê gundê El-Baxoz û eniya El-Kesra pêşve diçin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 41 endamên DAIŞ'ê di pevçûnan de hatine kuştin.

El-Ereb: Silêmanî aliyên Şîayî di yek hevbendiyê de kom dike

Girêdayî rewşa Îraqê rojnameyan behsa xebatên avakirina hikûmetê kirin. Rojnameya El-Ereb di vê çarçoveyê de ragihand ku şerê Amerîka û Îranê li Îraqê di vê mijarê de eşkere bûye û êdî eşkere ye Tehran hewl dide rê li pêşiya stratejiya Waşintonê ya çespandina Heyder Ebadî di wîlayeteke nû de bigire. Dîmena li Îraqê ji du aliyan ve ye, aliyek ji wan girêdayî Îranê ye û girêdayî aloziya Şîayî – Şîayî di navbera alîgirên Tehranê û israra Ebadî ya lawazkirina serweriya Îranê li Îraqê ye. Aliyê din jî diyar dike ku Îranê rêbazek pêk aniye  û dê her pênc aliyên Şîayî yên serkeftî  di nava yek hevbendiyê de kom bike.

El-Heyat: Hêzên Sunnî û Şîayî yên Îraqê ji bo pejirandina serokê parlemanê û avakirina biloka mezitirîn di nava danûstandinan de ne.

Rojnameya El-Heyat ragihand ku rûniştina bê di roja Şemiyê de parleman dê serokê xwe hilbijêre. Hêzên Sunnî helwesta xwe ya dawî nedaye û partiyên Şîayî jî hewl didin biloka mezintirîn ava bikin.

El-Qudis El-Erebî: Hejmara kesên li El-Besra jehrî bûne derket 60 hezarî.. Tehran balyozxaneyeke xwe ya nû vedike

Rojnameya El-Qudis El-Ereb jî behsa rewşa li parêzgeha El-Besra kir û diyar kir ku hejmara kesên ji ber qirêjbûna avê jehrî bûne derket 60 hezar kes, tevî ku serokwezîr Heyder Ebadî serdana bajêr kir û got ku beriya ku pirsgirêk çareser nebe ew ji El-Besra dernakeve.

Şerq El-Ewsat: Hişyariyên Amerîka ji tedbîrên Koalîsyonê li Yemenê

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku Amerîka hişyariya tedbîrên ku Koalîsyona Erebî li Yemenê wergirtine da û got ku Siûdiyê û Îmarat ji bo ziyanê negihêjin sivîlan tedbîrên baş wergirtine.