Li Tebqayê panêlek bi navê 'Penceşêra Pêsîrê'

Komîteya Tendrustiyê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê ji bo pênasekirina nexweşiya Penceşêra Pêsîra pêsîran û rêyên keşifkirina zû, rêbazên xweparastinê ji nexweşiyê panêlek orgenîze kirin.

Li Tebqayê panêlek bi navê 'Penceşêra Pêsîrê'
Li Tebqayê panêlek bi navê 'Penceşêra Pêsîrê'
Li Tebqayê panêlek bi navê 'Penceşêra Pêsîrê'
Li Tebqayê panêlek bi navê 'Penceşêra Pêsîrê'
12 îlon, 2018   16:30

TEBQA

Panêl li hola civînan a avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hate li darxistin. Jinên sazî, karîgerî, meclisên sivîl, hêzên Ewlehiya Hundirîn ên jin û hejmarek jinên bajêr beşdarî panelê bûn.

Di destpêka panelê de hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya herêma Tebqayê Newres Ibrahîm sedema pêketina jinan bi nexweşiya penceşêra pêsîrê şîrove kir.

Her wiha Newres Ibrahîm tekez kir ku haletên mirinê di encama vê nexwşiyê de vedigere paşguhkirina jinan ji serdana bijîşkan di dema avizbûnê û mêjandinê de.

Di panêlê de Newres Ibrahîm şêwaza keşifkirina zû ya nexwşiyê ji aliyê jinê di malê de ji jinan re şîrove kir.

Panêl bi pirsên beşdaran li ser sedem, çawaniya naskirina nexweşiyê û şîretên ku jin pê rabin da ku xwe ji nexweşiyê biparêzin û bersîvadayîna pirsan bi dawî bû.

(şx)

ANHA