Civîna Rêveberiya Çandinî û Sewaldariyê ya Cizîrê di roja duyemîn de didome

Civîna salane ya Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Cizîrê didome. Di civînê de ji bo pêşxistinê xebatê û rêgirtina li ber pirsgirêkan nîqaş têne kirin.

Civîna Rêveberiya Çandinî û Sewaldariyê ya Cizîrê di roja duyemîn de didome
Civîna Rêveberiya Çandinî û Sewaldariyê ya Cizîrê di roja duyemîn de didome
Civîna Rêveberiya Çandinî û Sewaldariyê ya Cizîrê di roja duyemîn de didome
Civîna Rêveberiya Çandinî û Sewaldariyê ya Cizîrê di roja duyemîn de didome
Civîna Rêveberiya Çandinî û Sewaldariyê ya Cizîrê di roja duyemîn de didome
12 îlon, 2018   15:41

QAMIŞLO

Civîna salane ya Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Cizîrê duh li bajarê Qamişlo dest pêk kir. Civîn bi diruşmeya "Çandinî ew sedema hebûn û berdewamiya civakê ye" bi amadebûna endamên Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê, Aboriya Jinan a Kingera Star a herêma Cizîrê, Federasyona Kooperetîfan a herêma Cizîrê û endamên kooperetîfên herêmên nû hatine rizgarkirin (Reqa û Dêrazor) tê lidarxistin.

Bernameya îro ya civînê bi pêşniyar û nîqaşan der barê çawaniya pêşxistina çandinî û sewladariyê de dest pê kir.

Gelek beşdaran li ser mijarê nêrînên û pêşniyarên xwe anîn ziman. Li gorî nîqaşan hate gotin ku pêwîste labrotoriyeke kontrolkirina dermanên çandiniyê yên ji derve tên were vekirin û dermanên aşlekirina sewalanan werin dabînkirin, hate gotin ku nexweşî di nava sewalan de belav dibe, her wiha daxwaza peydakirina êm û piştgiriya sewalkaran hate kirin.

Hin beşdaran jî daxwaz kirin ku navend û yekitiyên cotkaran li Qamişlo û Hesekê werin ava kirin û wan di nava koperatîfan bêne rêxistinkirin. Wekî dikin hate gotin ku gereke komîtyeke were avakirin da ku bi cotkaran re bicivin û pirsgirêkên wan bêne çareserkirin.

Di nîqaşên beşdaran de her wiha pêşniyar hate kirin ku komîte û saziyên êm werin avakirin, tov, mazot û seman li werin belavakirin û alîkar bi cotkaran re were kirin bi deyn tov li wan belav bike.

Piştî nîqaşan û pêşniyarên beşdaran, rêziknameya rêveberiya hate xwendin.

Civîn bi nîqaşan li ser rêzikanameyê didome.

ANHA