Komîsyona lêpirsînê ya NY:Tirkiye li Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê dike

Komîsyona lêpirsînê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û çeteyên wê kiryarên keyfî pêk anîne.

Komîsyona lêpirsînê ya NY:Tirkiye li Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê dike
12 îlon, 2018   12:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya lêpirsînê de ku têkildarî êrîşên kîmyewî yên li Sûriyeyê hatine bikaranîn û binpêkirinên hiqûqa navneteweyî amade kir, cih da binpêkirinên li Efrînê ku piştî dagirkirinê pêk hatine.

Li gorî nûçeya Reutersê di raporê de êrîşên dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê ku 20’ê Çileyê pêk hatibû, cih girt. Di raporê de tê gotin ku nexweşxaneya herî mezin a bajêr, cihê bazarê û taxên bajêr ji hêla hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine rûxandin.

Di rapora komîsyona lêpirsînê de wiha hate gotin: “Ji 20 Çileyê ve hêzên dewleta Tirk ên hewayî ku êrîşan pêk tînin, hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û beriya ku hin êrîşan bidin destpêkirin, hemû tedbîrên ku bên girtin ji holê radikin û pêk naynin.”

Di raporê de bertekên ji bo pêkanînên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê’ jî cih digirin.

Her wiha di raporê de tê gotin ku hêzên Sûriyeyê îsal li Xûtaya Rojhilat û herêma Idlibê di bombebaran de gaza klorê bi kar aniye û ev jî sûcekî şer e.

Di rapora lêpirsînê de li gel 3 êrîşên çekên kîmyewî, ji sala 2013’an ve hejmara êrîşên çekên kîmyewî yên di raporê de cih digirin derkete 39’an. Ji 33 hebên van rejîma Sûriyeyê berpirsyar hate girtin. Li gorî rayedarekî NY’yê ku ji Reutersê re axivî, kiryarên her şeş êrîşên din nehatine peyitandin.