Artêşa Yemenê rêya di navbera parêzgehên Hudeyda û Senhayê de girt

Artêşa Yemenê serweriya xwe li ser sêkoşeya "Kîlo 16" a parêzgeha El-Hudeyda ferz kir û rêya alîkariyê di navbera her du parêzgehên El-Hudeyda û Senhayê de girt. Hûsiyan jî li eniya El-Cof siwareyeke artêşê rûxand.

Artêşa Yemenê rêya di navbera parêzgehên Hudeyda û Senhayê de girt
12 îlon, 2018   11:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Toreya SkyNews a nûçeyan ragihand ku hêzên artêşa Yemenê îro serweriya xwe li devera "El-Kîlo 10" ferz kir û rêya alîkariya leşkerî ya Hûsiyan ber bi sêkoşeya "El-Kîlo 16" ya parêzgeha El-Hudeyda ve bi temamî girt.

Hêzên artêşa Yemenê ji aliyê rojhilatê bajarokê El-Dirêhmî ve dest bi çalakiyeke leşkerî ya fireh ber bi devera sêkoşeya "El-Kîlo 16" ve dest pê kir. Çavkaniyên leşkerî ragihand ku fermandarekî Hûsiyan ê bi navê Ebû Temam di çalakiyê de hatiye kuştin.

Li gorî kanala El-Mesîra ku alîgiriya Hûsiyan dike, li parêzgeha El-Cof siwareyeke leşkerî ya artêşa Yemenê hatiye rûxandin û kesên tê de jî hatine kuştin. Her wiha hejmareke leşkerên Erebistana Siûdî li eniya Ham a parêzgehê hatine kuştin û gelek leşkerên din jî birîndar bûne.