Çarenûsa 4 zarokên ku li Efrînê hatine revandin ne diyar e

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên hovane der barê şêniyên Efrînê de didomînin. Di hefteya dawîn de 4 zarok ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Çarenûsa 4 zarokên ku li Efrînê hatine revandin ne diyar e
12 îlon, 2018   12:13

EFRÎN

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir zarokê bi navê Alan Ehmed Birîm (15) ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve duh bêyî tu sedeman nîşan bidin, hate revandin.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan ew zarok ji taxa El-Eşrefiye ya navenda bajarê Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir. Li gorî hate gotin heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava 4 rojên derbasbûyî de 3 zarokên bi navê Menan Îsmaîl (15), Ehmed Hesen Mustefa (16) û Ferhad Mustefa (17) ji gundê Kefer Şîlê yê girêdayî kantona Efrînê bê belasebeb revandin.

(bx)

ANHA