Sersaxî ji malbata şehîd Abdulfetah re hate xwestin

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Abdulfetah El-Ehmed ku di encama şerê di navbera hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên rêjîma Sûriyeyê de şehîd bû û sersaxî ji malbatê re hate xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Abdulfetah re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Abdulfetah re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Abdulfetah re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Abdulfetah re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Abdulfetah re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Abdulfetah re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Abdulfetah re hate xwestin
12 îlon, 2018   11:05

QAMIŞLO

Konê sersaxiyê yê şehîd Abdulfetah El-Ehmed li pêşiya mala wî li taxa Meyselûn a rojhilatê bajarê Qamişlo hate vedan. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG`ê û hêzên Ewlekariya Hundirîn hate xemilandin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, saziyên civaka sivîl, şervanên YPJ/YPG`ê û hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan dayika şehîd Kadoz Gulistan Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got bi saya xwîna şehîdan ew roj bi roj ber bi azadî û demokrasiyê ve diçin.

Her wiha ji fermandarên YPG`ê Mustefa Qamişlo destnîşan kir ku şehîd Abdulfetah dema erka xwe ya parastinê li hemberî gelê xwe pêk dianî, di encama şerê di navbera hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên rêjîma Sûriyeyê de gihaşt asta şehadetê. Qamişlo got her kesê ji bo parastina axa welat û gelê xwe canê xwe feda dike, dijmin jê ditirse, ji ber ku peyamekê ji wan re dişîne ku ew şopdarên rêya azadî û rastiyê ne.

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şiyar Qamişlo jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Abdulfetah re xwest. Şiyar Qamişlo diyar kir ku rêjîma Baas ji zû ve têk çûye lê ew dibêje ku qey hîn heye. Şiyar Qamişlo bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn careke din soza şopandina rêya şehîdan nû kir û got dê heta dawiyê ji bo azadî û aramiya gel û axa welatê xwe têkoşînê bidomînin.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku şehîd Abdulfetah El-Ehmed di 8`ê Îlonê de di encama şerê di navbera hêzên rêjîma Sûriyeyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şehîd bû, her wiha 11 endamên rêjîmê hatin kuştin û 7 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn.

(bx)

ANHA