Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Helwesta Tirkiyeyê tevlîhev bûye piştî lihevkirina wê bi Rûsyayê re der barê rewşa Idlibê de û parastina wê ji terorîstan re têk çû. Di encama nîqaşên di navbera dewletên misogerkar de hişt ku nakokî di navbera wan de zêde bibin. Xwepêşandêrên El-Besra nîşana lidarxistina xwepêşandanan ji nû ve dan. Dadgeha taybet bi kuştina Refîq El-Herîrî hin endamên Hizbullah tewanbar dike.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
12 îlon, 2018   07:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin tevgerên dîplomasî yên der barê rewşa Sûriyeyê û tevliheviya helwesta Tirkiyeyê ji ber xemgîniya wê ji çarenûsa terorîstên xwe di Idlibê de şopandin. Rojnameyan behsa gefxwarinên jinûve lidarxistina xwepêşandanan li El-Besra kirin. dadgeha navnetewî ya taybet bi kuştina Refîq El-Herîrî careke din hin endamên Hizbullah tewanbar dike.

El-Ereb: Erdogan alîkariya rojavayîyan li dijî El-Esed dixwaze

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa tevliheviya di helwesta Tirkiyeyê de kirin, piştî ku nikaribû Rûsya bi razîkirin bide da ku sponseriya helwesta wê der barê Sûriyeyê de bike. Rojnameya El-Ereb diyar kir ku Tirkiye xwe di rewşeke dijwar de dibîne û niha hewl dide hêzên dewletên rojavayî birazîkirin bide da ku rê li pêşiya êrîşa rêjîma Sûriyeyê û hevkarên wê li dijî Idlibê bigire.

Şerq El-Ewsat li ser navê rayedarekî Waşintonê: Em derfetê nadin Tehranê ku paşeroja Sûriyeyê bidize

Rojnameya Şerq El-Ewsat li ser navê nûnerê Amerîka yê li ba Netewên Yekbûyî Nikki Helay ragihand ku Waşinton derfetê nade Îranê ku bi riya çalakiya Astana paşeroja gelê Sûriyeyê bidize. Di heman demê de Enqere helwesta xwe ya leşkerî û siyasî li dijî Mosko dijwar dike ku dewletên rojavayî tewanbar dike ku dê şanoyeke kîmyawî li bakurê Sûriyeyê pêk bînin. Helay duh di civîna Konseya Ewlehiyê de destnîşan kir ku bêyî ku cûreyên çek û rêbazên leşkerî yên bêne bikaranîn di ber çavan re werin derbaskirin, Amerîka dijberiya tundiyê li Idlibê dike. Amerîka û civaka navnetewî rola Îranê di êrîşên El-Esed ên kujer de li dijî sivîlan paşguh nake. Her wiha hişyariya xwe dubare kir ku eger rêjîma El-Esed çekên kîmyawî bikar bîne bê guman Amerîka dê bersiva wî bide.

El-Heyat: "Lihevkirina destpêkê" ji bo avakirina komîteya destûrî ya Sûriyeyê

Rojnameya El-Heyat behsa nakokiyên dewletên misogerkar der barê parvekirina komîteyên ku dê ji bo hûnandina destûra Sûriyeyê bêne erkdarkirin, kir. Rojnameyê wiha got: "Di civîna Stîfan De Mistûra de bi nûnerên dewletên misogerkar "Rûsya, Tirkiye û Îranê" re pêşketinek pêk hat û ragihandin ku lihevkirineke destpêkê der barê avakirina komîteya destûrî ya Sûriyeyê de pêk hatiye. Lê hin çavkaniyên xwedî agahî piştrast kirin ku dema rewşa Idlibê hatiye gotûbêjkirin nakokî derketine û der barê lîsteya namzetên ji bo komîteya destûrî lihevkirin pêk nehatiye.

El-Ereb: Hemas agirbesta bi Îsraîlê re ji Fetih bêtir dixwaze

Girêdayî rewşa Filistînê rojnameya El-Ereb diyar kir ku Hemas dibîne ku ew ji şerê dîplomasî têkçûyî derketiye da ku agirbest bi Îsraîlê re pêk were û ambargoya li ser Xezê were rakirin. Ev tişt li hemberî îsraîlê eşkere bû, lê şerê Hemas ê rasteqîn bi Fetih re bû û astengkirina agirbestê di rastiyê de serkeftineke Fetih bû.

El-Heyat: Xwepêşandêrên El-Besra nîşana nûkirina xwepêşandanan didin

Der barê rewşa li Îraqê de jî rojnameya El-Heyat behsa nîşanên jinûve lidarxistina xwepêşdanan kir û got ku aliyên hikûmetê û derhikûmeta Îraqê bi avakirina projeyên binesaziyê ji bajarê El-Besra ve mijûl in. xwepêşandêran nîşan dank u dê xwepêşdanan ji nû ve lidar bixînin, eger rewşa lawaz li bajêr berdewam bike.

El-Ereb: Redkirina kurdan ji daxwaza Waşintonê ya alîkariya bi Ebadî re, dijberî yan tevgerek e.

Der barê xebatên avakirina hikûmeta Îraqê de rojnameya El-Ereb diyar kir ku Kurd dibînin ku çarçoveya wan ji bo diyarkirina paşeroja siyasetê li Îraqê fireh e û dûrî pilanên hevkarê wan Waşinton û stratejiyên wê li Welat. Hewlêrê daxwaza Emerîka ya alîkariya bi Heyder Ebadî re ji bo wîlayeteke nû werbigire red kir.

El-Şerq El-Ewsat: Dadgeha El-Herîrî dîsa endamên Hizbullah tewanbar kirin

Der barê dadgeha taybet bi mijara kuştina serokwezîrê berê yê Lubnanê Refîq El-Herîrî rojnameya El-Heyat ragihand ku duh rûniştinên parêznameyên dawî yên doza kuştina El-Herîrî pêk hat. Di rûniştinê de kurê wî Seed El-Herîrî beşdar bû û piştrast kir ku tola bavê xwe hewl nade lê belê edaletê dixwaze. Dadgeriyê hin endamên Hizbullah di kuştinê de tewanbar kirin û diyar kir ku pilankerê çalakiya kuştinê rayedarekî Hizbullah ê bi navê Mistefa Bedredîn e. Her wiha destnîşan kir ku rêjîma Sûriyeyê di naveroka çalakiya kuştinê de ye.