Çareseriyên rêgirtina li pêşiya beyarbûna Cizîrê

Buroya Hawîrdorê ya navçeya Til Hemîsê hewl dide deverên hêşîn ên li herêmê zêde bike û alîkariya beşa çandiniyê bi rêya krediyan dike û tovên çandiniyê, semad û sotemeniyê ji cotkaran re peyda dike da ku rê li pêşiya beyarbûna herêmê bigire.

Çareseriyên rêgirtina li pêşiya beyarbûna Cizîrê
Çareseriyên rêgirtina li pêşiya beyarbûna Cizîrê
Çareseriyên rêgirtina li pêşiya beyarbûna Cizîrê
Çareseriyên rêgirtina li pêşiya beyarbûna Cizîrê
Çareseriyên rêgirtina li pêşiya beyarbûna Cizîrê
Çareseriyên rêgirtina li pêşiya beyarbûna Cizîrê
Çareseriyên rêgirtina li pêşiya beyarbûna Cizîrê
Çareseriyên rêgirtina li pêşiya beyarbûna Cizîrê
12 îlon, 2018   05:49

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Di sala borî de rêjeya hilberîna genim û bi taybet ji zeviyên bejî û avî bi qasî ji sedî 70 li gorî hilberînên salên berê kêm bûye. Hilberîna cihe di zeviyên bejî de jî bi temamî têk çû, nemaze ji ber guhertina kêş û hewayê û derengbarîna baranê. Di encamê de bandoreke neyînî li jiyana welatiyên herêmê kir û bi taybet cotkar û xwediyên sewalan ji ber kêmbûna nirxa firotina çêlek û pez di van demên dawîn de.

Ji sedî 90 ziyan li hilberînê bûye

Der barê beyarbûna li deverên başûrê herêma Cizîrê de, ajansa me ANHA'yê nêrînên welatiyên van deveran der barê ziyanên bi hilberînê bûne de wergirtin. Welatiyên Til Hemîs diyar kirin ku pêlên ziwabûnê yên li pey hev hişt ku ziyeneke mezin bi qasî ji sedî 70 heta ji sedî 90 bi hilberîna çandiniyê bibe. pirsgirêka mezintirîn ew e ku ava avdanê jî nayê peydakirin. Welatiyan destnîşan kirin ku gelek gund ji ber pirsgirêka kehrebeyê nikarin ava xwe peyda bikin û derfetên cotkaran jî ji bo derxistina ava bîran tune ne.

Hişkesaliyê bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir

Buroya Hawîrdorê ya navçeya Til Hemîsê destnîşan kir ku atmosfera ziwa û germ û tunebûna baranê hişt ku gelek hilberînên çandiniyê yên demsalên Havîn û Zivistanê têk biçin. Vê yekê hişt ku barê cotkaran girantir bibe.  Buroyê da zanîn ku eger ev rewş berdewam bike, ango ava avdanê neyê peydakirin û kêmbûna hilberîna çandiniyê berdewam bike, bê guman dê bandoreke neyînî ya giran li aboriya herêmê bike û rewşa jiyanî li herêmê dê lawaztir bibe.

Tevî hemû xebatan ziwabûn astengiya herî mezin e

Tevî hemû xebatên ji aliyê Komîteya Çandiniyê ya Herêma Cizîrê ve tên meşandin, weke belavkirina tova çandiniyê, semad û sotemeniyê li cotkaran, lê ji ber bilindbûna pileyên germahiyê û karîsetên hawîrdorê hişt ku hilberîna çandiniyê û bi taybet hilberîna pembo gelekî kêm bibe.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Ebdullah El-Temir wiha got: "Herêm bi giştî rastî pêla ziwabûnê tê û di encamê de hilberîna wan a çandiniyê têk diçe. Di van salên borî de ji ber guhertina rewşa atmosfêrê û kêmbûna ava avdanê hilberînên çandiniyê rastî ziyanên mezin hat. Her wiha ji ber kurmê istirî hilberîna pembo jî têk çûye.”

El-Temir bang li aliyên têkldar kir ku alîkariyê bi cotkaran re bikin û kehrebeyê ji projeyên çandiniyê yên herêmê re peyda bikin, nemaze kehrebeyê ji bîrên avê re peyda bikin û wiha domand: "Divê projeyên çandiniyê li herêmê bêne fînansekirin da ku rê li pêşiya koçberiya welatiyan û bi taybet ciwanan were girtin".

Der barê rewşa ziwabûnê de welatiyê bi navê Nasir El-Mitleg ê ji gundê Belqîs wiha got: "Ji ber rewşa ziwa di van salên dawîn de bandoreke neyînî li giştî herêmê bûye, nemaze ji ber ku welatiyên herêmê debara xwe ji çandiniyê û xwedîkirina sewalan werdigirin. Di encama vê ziwabûnê de ziyanên mezin bi van her du beşan bûne."

Endama Rêveberiya Buroya Hawîrdorê ya navçeya Til Hemîs Hind Esker El-Nicris têkildarî mijarê wiha anî ziman: "Piştî gera me li gundên herêmê der barê bandorên ziwabûnê de diyar bû ku rewşa ziwabûnê bandoreke neyînî ya mezin li sewal û mirovên herêmê kiriye. Nemaze ji ber derengmayîna barîna baranê û guhertinên kêş û hewa."

Buroya Hawîrdorê hewl dide deverên hêşîn zêde bike

Hind El-Nicris di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Wek Buroya Hawîrdorê ji erka me ye ku em deverên hêşîn li herêmê zêde bikin û alîkariya cotkaran bikin. Em ê krediyan pêşkêşî cotkaran bikin û tovên çandiniyê, semad û sotemeniyê ji cotkaran re peyda bikin da ku ziyanên ji ber rewşa beyarbûnê li herêmê bêne kêmkirin."

ANHA