Jinên Reqa di çandiniyê de pêşeng in

Jin destkeftiyên girîng di aliyê beşê çandiniyê de bi dest xwe ve tînin da ku sîstema xwetêrkirinê pêk bînin û di aliyê çandiniyê de li herêma Reqa pêşeng in. Jin bi xebatên xwe yên aborî debara xwe dikin. Zeviyên li ber çemê Firatê derfeta karê çandiniyê û bi taybet ji jinan re peyda kirin.

Jinên Reqa di çandiniyê de pêşeng in
Jinên Reqa di çandiniyê de pêşeng in
Jinên Reqa di çandiniyê de pêşeng in
Jinên Reqa di çandiniyê de pêşeng in
12 îlon, 2018   06:27

REQA / FIDA ELÎ

Piraniya welatiyên herêma Reqa debara xwe ji çandiniyê werdigirin. Di sala 2010'an de nêzî 160 hezar hiktar zeviyên li ber çemê Firatê dihatin avdan û hilberîna van zeviyan 607 hezar ton derbas kirin. parêzgeha Reqa di hilberîna genim de asta sêyemîn piştî parêzgehên Heleb û Hesekê wergirt.

Di van demên borî de û di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê û Cebhet El-Nusra de asta hilberînê bi awayekî dijwar kêm bû, nemze ji ber ku komên çete ji bo armancên xwe yên leşkerî toreya avdanê xirabkirin.

Di dîrokê de tê nasîn ku jin di xebatên çandiniyê de pêşeng in. Ji serdemên kevnar ve jin cihê xwe bi çalakî di nava xebatên aborî de digire. Jinan zevî diçandin û hilberînên cûda yên çandiniyê werdigirtin.

Çandinî yek ji zemînên sereke yên xebatên jinan li herêma Reqayê ye, nemze ji ber ku jinên Reqa girêdana wê bi axê re zêde ye û ji serdemên kevnar ve debarên malbata xwe ya sereke ji çandiniyê werdigirin.

Gelek jinên herêma Reqa di xebatên çandiniyê de cihê xwe digirin û debara malbatên xwe jê werdigirin. Jinên herêma Reqa bi van xebatên xwe yên çandiniyê hewl didin sîstema xwetêrkirinê pêk bînin û hilberîna xwe ya çandiniyê zêde bikin.

Welatiya bi navê Sekîna El-Yasîn a ji gundewarê bakurê Reqayê diyar kir ku piştî wefata hevserê wê ew di zeviyên xwe de dixebite û wiha got: "Ez dayîka zarokên sêwî me. Di giştî salê de ez xebatên çandiniyê dikim. Ez debara malbata xwe ji xebatên çandiniyê wedigirim."

Welatiyê bi navê Fatime El-Elî ya ji devera El-Kesrat diyar kir ku ew dixebatên çandiniyê de cihê xwe digire û kardestê xwe saetê 200 lîreyên Sûriyeyê werdigire û wiha got: "Ez alîkariya malbata xwe di peydakirina pêwîtiyên malê de dikim û ez rojane 8 saetan di nava zeviyên çandiniyê de dixebitim."

Ji dema bajarê Reqa û gundewarê wê ve ji destên çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatiye rizgarkirin, pêşketineke ber bi çav di beşê çandiniyê li herêmê pêk hatiye û rewşa çandiniyê geş dibe.

ANHA