Şêniyên navçeya Şêran ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Şêran a Kantona Kobanê ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina tecrîdê meşiyan.

Şêniyên navçeya Şêran ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Şêniyên navçeya Şêran ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Şêniyên navçeya Şêran ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Şêniyên navçeya Şêran ji bo azadiya Ocalan meşiyan
11 îlon, 2018   17:45

KOBANÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala, îro li navçeya Şêran a girêdayî Kantona Kobanê ya herêma Firatê meşek orgenîze kir. Bi sedan şêniyên navçeyê, nûnerên Kongreya Star û endamên Saziyên Civaka Sivîl tev li meşê bûn.

Beşdaran pankaretên "Bi projeya Netewa Demokratîk em ê komployê bi dawî bikin, azadiya Rêber Apo azadiya me ye, jiyana wî jiyana me ye, bimire Tirkiyeya faşîst " vekiribûn , her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM û YPG/ YPJ'ê hilda bûn.

Meş ji ber navenda navçeya Şêran li ser riya sereke li gel berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Imraliyê 'bê seroka jiyan nabe, bimere  Tirkyeya faşîst, azadî ji bo Ocalan' dest pê kir.

Meşa li kolnên navçeyê geriya û li ber avahiya TEV-DEM'ê rawestiya. Li vir ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin.

Piştre endamê rêveber ê Yekitiya Ciwanên Rojava Partîzan Kerkûk axivî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgha Îmralî şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk tecrîdek fîzîkî li dijî rêber Ocalan ferz kiriye, lê nikare fikr û felesfeya wî, her wiha vîna gelê Kurd têk bibe."

Ji aliyê xwe ve endama Kongreya Star a navçeya Şêran Eyda Ebas axivî û tecrîd şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku  li hemberî faşîzma dewleta Tirk û ji bo azadiya Ocalan xwe bikin yek.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Imraliyê û azadiya Ocalan bi dawî bû.

(şx )

ANHA