Şehîd Celal  bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin

Şêniyên bajarê kobanê cenazeyê endamekî Asayîşê li gorostana Ş.Dijle oxirkirin.

Şehîd Celal  bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin
Şehîd Celal  bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin
Şehîd Celal  bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin
11 îlon, 2018   17:03

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, şervanên YPG û YPJ, endamên Hêzên Asayîşê tevî şandeyek ji Minbicê cenazeyê endamê Asayîşê ê Celal El-Hesen yê ku li ser karê xwe li Minbicê şehîd bibû, li goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê oxir kirin.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên Asayîşê ve dest pê kir, paşê li ser navê Hêzên Ewlekariya Hindirîn a bajarê Minbicê Ebdulrehman Derwî axivîş. Dewîş bi navê şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Heger îro em ji aramî li ser axa xwe jiyan dikin, heger me saziyên xwe vekirine  û me rêxistina xwe xurt kiriye, em ji bîr nekin ku ev hemû berhmenên xwîna şehîdan e. Lewra tê xwestin ku em xwedî li şehîdên xwe derkeftin û destkeftiyên ku bi xwîna wan hatine qezenkirin biparêzin.

 Li ser navê Saziya Malbatê Şehîdan a bajarê Minbicê jî axaftineke hate kirin, di axaftinê de soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn û banga hevgirtinê hate kirin.

Piştî axavtinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wê hat kirin .

Girseya gel cenazeyê şehîd Celal di nava diruşmeyan û tilîliyên dayika spartin axê.

(hk/hh)

ANHA