Navenda Çand û Hunerê li gundê Babnis ê Şehbayê hate vekirin

Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê yekem navenda li Şehbayê li gundê Babnisê yê navçeya Fafîn vekir.

Navenda Çand û Hunerê li gundê Babnis ê Şehbayê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li gundê Babnis ê Şehbayê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li gundê Babnis ê Şehbayê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li gundê Babnis ê Şehbayê hate vekirin
11 îlon, 2018   16:50

ŞEHBA

Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê piştî kampên Serdem û Berxwedan, îro li gundê Babnisê navenda xwe bi navê Şehîd Merwan bi şahiyekê vekir.

Bi dehan şêniyên gund û endamên tevgerê beşdarî şahiya vekirina navendê bûn.

Di şahiyê de, Hevseroka Meclisa Gundê Babnisê Fikret axivî û girîngiya parastina çandê destnîşan kir û got: "Çand nasnameya gelan e, Şêniyên Efrînê bi rihê berxwedana ku li Efrînê meşandine dê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Rêveberê Navneda Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Merwan Ehmed Reşo tekezî li ser girîngiya parastina çand û hunera Efrînê kir.

Piştî axaftinan, koma Kampa Berxwedan a stranan, koma Gundê Babinsê ya şanoyê û koma dîlanan hunerên xwe pêşkêş kirin.

Navend ji aliyê dayika Gerîlayê HPG'ê şehîd Merwan ve hate vekirin.

ANHA