Li Dêrezorê av ji 100 hezar kesî re hate dabînkirin

Beşê sererastkirinê yê girêdayî Komîteya Xizmetguzerî ya Meclisa Sivîl a Dêrezorê av gihand gundên rojhilat.

Li Dêrezorê av ji 100 hezar kesî re hate dabînkirin
11 îlon, 2018   14:15

DÊREZOR

Ji ber şerên ku li herêmê qewimî, hemû cihên giştî, saziyên xizmetguzeriyê û binesazî hatin rûxandin, her wiha alavên av û kehrevê ji aliyê komên çete ve hatin dizîn û talankirin. Di encamê de sazî ji xizmetê derket.

Li gundê El-Zir ku dikeve gundewarê rojhilatê Dêrazorê li rex çem Firatê, ji ber xirabûna stasyona zelalkirina avê bi zar bibûn. Komîteya Avê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê piştî xebatên bi mehan stasyon ji nû ve sereras kir û xist xizmetê.

Stasyon avê dide gundên El-Şihêl û El-Zor ku hejmara şêniyan 100 hezar kese.

Stasyon rojê 6 seatan dixebite û aliyê kesên 2 pisporan û 6 karkeran tê birêvebirin.

Endamê rêveberiya stasyona gundê El-Zir Xidir El-Şahir li ser mijarê ev titş got: "Destpêkê me av bi riya sarîcan ji wan re dibin, lê piştî xebatên ku bi heman berdewam kir, ev pirsgirêk hate çareserkirin û stasyon j nû ve ket xizmetê, piştî xetên elketrîkê jî werin sererastkirin em saetên berdana avê zêde bikin."

ANHA