Du endamên DAIŞ’ê yên ji Belçîkayê di destê YPG’ê de ne

Hate ragihandin ku du endamên DAIŞ’ê yên ku hemwelatiyên Belçîkayê ne, di destê YPG’ê de ne.

Du endamên DAIŞ’ê yên ji Belçîkayê di destê YPG’ê de ne
11 îlon, 2018   14:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyên rojnameya La Lîbre Belgîqûe û La Dernîerê Heûreyê di destê YPG’ê de du endamên DAIŞ’ê hene yên ku hemwelatiyên Belçîkayê ne.

Herdu jî di sala 1990’an de ji dayîk bûne û li ser nifûsa bajarê Vîlvordeyê ne. Berpirsekî YPG’ê ji rojnameya La Lîbre Belgîqûeyê axivî û got ku, “Herdu bi awayên cihê, di Cotmeha 2017’an de piştî ketina Reqayê teslîm bûne.”

Tê diyarkirin ku yek jê Hamsa Ahmet N’Mîllî ye. Di sala 2011’an de piştî ku têkilî bi komeke Belçîkayî daniye, ev kes radîkaltir bûye.

N’Mîllî yê ku polîsan dest danî ser nasnameya wî û ew xistine bin çavdêriyê, berê ji Dusseldorfa Elmanyayê çûye Stenbolê û ji wê derê jî derbasî Edeneyê bûye.Çeteyê din jî Caner Cankûrtûran e. Li gorî diayan di sala 2012’an de çûye Sûriyeyê û li nêzî Helebê tevî çeteyên din li vîllayekê jiyane.

Di sala 2016’an de li Belçîkayê 15 sal cezayê girtîgehê li Cankûrtûran hatiye birrîn.