Meclisa Ewlehiyê ji bo Idlibê dicive

Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî îro li ser xwesteka Rûsyayê der barê nîqaşkirina rewşa parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyeyê dê civînekê li dar bixin.

Meclisa Ewlehiyê ji bo Idlibê dicive
11 îlon, 2018   08:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn ku civîn dê di saet 15:00`an de were lidarxistin. Bi vê yekê Rûsya hewl dide encamên civîna sêalî ya ku roja Înê di navbera serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê de li Tehranê hate lidarxistin û nakokiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî re diyar bike.

Li gorî AFP’ê li ser zimanê şandeya Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) di nameya xwe ya nîvîskî de ku ji Serokatiya Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî re diyar kir ku li ser xwesteke endamên Meclisa Ewlehiyê şandeya Rûsyayê ji Serokatiya Meclisa Ewlehiyê dixwazin roja Sêşemê saet di 11:00`an de civînekê li dar bixin da ku encamên civîna sêalî ya di navbera Îran, Tirkiye û Rûsyayê de ji meclisê re diyar bike.

Hate zanîn ku dê civîn bi awayekî vekirî were lidarxistin. NY`yê roja Duşemê diyar kiribû ku zêdetirî 30 hezar kes di nava 10 rojan de ji ber topbarana Rûsya-Sûriyeyê reviyane.

Hêzên rêjîma Sûriyeyê û balafirên Rûsyayê di ji 4`ê Îlonê ve topbarana li ser baregehên çeteyan li herêmên agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê zêde kiriye.

Rûsya jî hewl dide beriya sala nû careke din Idlibê bixe bin serweriya hêzên rêjîma Sûriyeyê. Her wiha Tirkiye bi hemû şêwazan hewl dide parastina terorîstan bike da wan di demên ku pêwîstiya wê bi wan çêbe bi kar bîne û niha jî dixwaze alîkariya navdewletî ji bo sekinandina operasyona leşkerî li Idlibê bigire.

(bx)