QSD'ê destpêkirina qonaxeke nû ya Bagera Cizîrê radighine

QSD`ê  îro dê daxuyaniyekê bide û têde destpêkirina qonaxa nû ya Bagera Cizîrê ragihîne da ku deverên gundewarê Dêrazorê yên di destên DAIŞ'ê de mane rizgar bike.

QSD'ê destpêkirina qonaxeke nû ya Bagera Cizîrê radighine
11 îlon, 2018   06:36

HESEKÊ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro li navenda navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê civîneke çapemeniyê li dar bixîne û dê daxuyaniyekê bide raya giştî. Tê payîn ku di daxuyaniyê de dê destpêkirina qonaxeke nû ya hemleya Bagera Cizîrê ragihîne da ku bajaroka El-Hecîn û deverên rojhilatê çemê Firatê yên di destên çeteyên DAIŞ'ê de mane rizgar bike.

Nûçegihanên ajansa me ANHA'yê ku berê xwe dane cihê civînê, diyar kirin ku hejmareke fermandarên QSD'ê û rûspiyên herêmê û gelek dezgehên çapemeniyê dê beşdarî civîna çapemeniyê bibin.

ANHA