Kar û xebatên Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo

Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo ji dema ku hate vekirin ve, giraniya xebata xwe da jinûveavakirina herêmên nû rizgar bûne û li herêmên din jî gelek kar û xebat dan meşandin.

Kar û xebatên Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo
Kar û xebatên Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo
Kar û xebatên Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo
Kar û xebatên Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo
Kar û xebatên Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo
Kar û xebatên Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo
11 îlon, 2018   06:29

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM/QAMIŞLO

Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo piştî ragihandina Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, di dawiya 2017‘an de hate damezirandin. Meclis ji 38 şaredariyan pêk tê û yekser dest bi xebatê kir. Di vê çarçoveyê gelek xebatên xizmetguzariyê pêşkêş kirin.

Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo destpêkê girîngî da herêmên ku nû hatine rizgarkirin, wekî navçeya Til Birak, Til Hemîs û başûrê navçeya Girkê Legê, ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê binasaziya van deveran wêran kiribû. 

Pirsgirêka avê tê çareserkirin

Ji ber wêrankirina DAIŞ'ê gelek herêmên Qamişloyê û bi destpêka havînê re, pirsgirêka avê derket holê. Ji ber wê meclisê bi hevkariya Karîgeriya Avê toreyên ava vexwarinê bi rêjeya ji sedî 75 sererast kirin. Her wiha meclis dikanên taybet bo sererastkirina xetên avê di nav karîgeriyê de ve kirin.

Tevî wê jî Meclisa Şaredariyên Kantona Qamişlo 5 bîrên herêma Rojhilat, li taxa Hîlaliyê 7 bîr û li herêma El-Ewêce ya başûrê rojhilatê Qamişlo 5 bîr restore kirin. Her wiha meclis projeya jinûvexebitandina bîrên her du navçeyên Til Hemîs û Til Koçerê dinirxîne.

Li gorî rêveberiya Meclisa Şaredariyan a Qamişlo tê payîn ku pirsgirêka avê li bajarê Qamişlo di demeke nêz de çareser bibe. Her wiha meclis heta çareserkirina pirsgirêkê, dê avê bi rêya stêran (tanker) belav bike. Tevî wê jî komîteyek taybet ji bo şopandina rêya ava El-Sefan a ku ji çemê Dicle tê, ava kir ku şênî xetên avê nedizin.

Sererastkirina rêyan

Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo ji bo sererastkirina rêyan 350 milyon lîreyên Sûriyeyê pere veqetand. Komîteyê ev budçe li gorî lêçûnên sererastkirinê yên navçe û bajarokan belav kir. Her wiha meclis ji bo sererastkirina rêya di navbera navçeya Tirbespiyê û rêya Til Edis (El-Betrol) bi dirêjahiya 1 km amadekariyan dike.

Di çarçoveya sererastkirina rêyan de meclisê rêya di navbera navçeya Hol û Til Koçerê de sererast kir.

Pirsgirêka nan

Piştî ku gelek rexneyên şêniyan li ser bêkalîtebûna nan û ard derketin, Komîteya Zabîte ya meclisê rojane li ser firinên bajêr û navçeyên wê digere.

Hawîrdor û paqijî

Li rex xebatên sererastkirina rê, kolan, toreyên avê û kanalîzasyonê, meclisa şaredariyan ji bo paqijiya bajêr bi gelek hemleyên paqijiyê bi armanca teşwîqkirina welatiyan li ser paqijiyê li navçeyên rojhilat, rojava, Tirbespiyê û Til Koçerê rabû. Her wiha meclis bi armanca afirandina hawîrdoreke paqij destek da xebatên vekirina park, kolandina bîran û çandina daran.

Her wiha di van demên dawîn de Komîteya Zabîte ya Kantona Qamişlo bi hevkariya şaredariyên navçeyên Tirbespiyê û Til Hemîsê bi armanca birêxistinkirina bikaranîna kehrebeyê, 111 muxelefe li şêniyan birîn.

(şx)

ANHA