ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.09.2018
11 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Mûdîriyeta Çandî û Seweldariyê ya herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li avahiya Desteya Aborî li dar dixe. Saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Abdulfetah Ehmed li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dike. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hejmarek şervanên QSD‘ê yên ji Dêrazorê diyar kirin ku ew amade ne beşdarî pêngava nû ya Bagera Cizîrê bibin û herêmên mayî Hecîn û Girênîc ji DAIŞ‘ê rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şûnwarnas Umer Îbrahîm got ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê tîmeke lêkolînên şûnwarî avakiriye da ku devera keleha Nebî Horî (Sîros) lêkolîn bike û da zanîn ku Tirkiye hewl dide bi van lêkolînên xwe û diziya parçeyên kevnar şûnwarên Efrînê tune bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêxê eşîreya El-Bûesaf Ubeyd Xelîl El-Xelef El-Hesan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: " Pêkanîna fikirê Ocalan li tevahî Sûriyeyê rêya xelasiya ji şer û wêrankirina bi salan tê jiyankirin e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Serokê Desteya Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cafer got: "Hewldanên Îran û Rûsya yên lezkirina şerê Idlbiê hene. Hineke alî jî bi navê felaketeke mirovî rû bide, nexwazin şer pêk were. Ev şer dê bandoreke neyînê li ser rewşa jiyanî ya şêniyên Efrînê bike." (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Rêxistina Kongreya Star a kantona Kobanê têkildarî gotûbêjinkirina li ser qanûnên jin civînekê li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar dixe. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevseroka Mûdîriyeta Veguhestinê ya Komîteya Hindirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Hala El-Hisên, anî ziman ku rexmî kêmbûna hejmara jinan di mûdîriyetê de lê jinan dikarî bi awayekî xurt tev li xebatê bibin û roele çalak di rêxistinkirina navendê de bilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Komîteya Ciwanan ya navçeya Til Hemîsê bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê organîze dike. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Navenda Ciwanan a navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî civîneke li dar dixe, tê de komîteyên ciwanan ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Meclisa Şaredariyên Kantona Qamişlo ji destpêka ku hatî avakirin, giraniya xebatên da herêmên nû rizgar bûne. Li ser vê yekê li gelek deveran pirsgirêkên avê û rê çareser kirin. her wiha 17 bîr xistin xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Lihevanînê ya navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ji 800 pirsgirêkî 800 çareser kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî rizgarkirina QSD‘ê herêma El-Keramê ji DAIŞ'ê, jiyan hêdî hêdî vedigere herêmê. Saziyên sivîl ji destpêka avabûna xwe de xebatên jinûveavakirinê dimeşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî rizgarkirina herêma El-Keramê ji aliyê QSD‘ê ve ji DAIŞ'ê, jiyan hêdî hêdî vedigere herêmê. Saziyên sivîl ji destpêka avabûna xwe de xebatên jinûveavakirinê dimeşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li navçeya Zirgan û gundên wê ku îsal 185 hezar donim genim û 40 hezar donim pembo hat çandin lê ji sedî 80 zirar dît. Cotkaran diyar kir ku ew dixwazin rêveberî di peydakirina tovê îsal de alîkariyê bide wan, heke na dê nekarin çandiniyê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê ji bo pêşxistina berhemên çandiniyê û sewladariyê gelek proje bi cih anîn û plansaziyên nû danîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA