Şervanên Dêrazorê: Em amade ne beşdarî pêngava nû bibin

Hejmarek şervanên QSD‘ê yên ji Dêrazorê diyar kirin ku ew amade ne beşdar pêngava nû ya Bagera Cizîrê bibin û herêmên mayî Hecîn û Girênîc ji DAIŞ‘ê rizgar bikin.

Şervanên Dêrazorê: Em amade ne beşdarî pêngava nû bibin
11 îlon, 2018   04:35

SEMÎRA DAWUD / GIRÊ SPÎ

Şervanên QSD‘ê yên ji Dêrazorê ku tev li dewreye perwerdeyê ya nû ya li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a li navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spi bûne, ji ajansa me re armanca tevlêbûna xwe ya nava QSD‘ê destnîşan kir û gotin, ew ê herêmên mayî ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bikin.

Hesen Ehmed yek ji beşdarên dewrereya perwerdeyê ye anî ziman ku çeteyên DAIŞ‘ê li hemberî şêniyên herêmê zulm û zor da meşand, dawiya wan wê li ser destê şêniyan be.

Hesen Ehmed soza da xizmên xwe ku ew wan ji çeteyan xilas bikin û ev titş got: "Hêzên Sûriyeyê Demokratîk tekane hêz e ku dê gel ji zulma çeteyan xilas bike û jiyana aram vegerîne, mîna herêmê di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokartîk."

Mihemed Îbrahîm Mihemed ji aliyê xwe de got: "Em ê bi wê qenaetê beşdarî pêngava rizgarkirina herêmên mayî ji çeteyên DAIŞ‘ê bibin. Her posteke ku çeteyan qirêj kiriye em ê rizgar bikin."

Mihemed li ser tevlêbûna xwe ya nava QSD‘ê dibêje: "Ez tev li Sûriyeya Demokratîk bûm, ji ber min tê de azadî, wekhevî, demokrasî, xwişk û biratiya gelan dît. Ez bi tevlêbûna xwe ya nava vê hêzê de serbilind im, ez ê heya dilopa dawî ya xwînê li ser soza xwe bim ya ku min bi gelê xwe re daye."

Şervanê bi navê Hesen El-Dêrî diyar kir ku ew amade ye beşdarî pêngava nû ya rizgarkirina herêma xwe ji çeteyên DAIŞ‘ê bibe û wiha domand: "Ez gelekî kêfxweş im ku ez beşdarî pêngava nû bibin. Ez amade me ku biçim bajarê xwe yê ku ji ber zulma çeteyan terik kiribû û wê rizgar bikin, pir serbilind im ku şervanekî QSD‘ê me, ez ê beşdarî pêngava rizgarkirina bajarê xwe bibin."

Tê payîn ku, QSD‘ê çend rojên pêş pêngava rizgarkrina herêmên Hecîn û Giranîc ên li rojhilatê Çemê Firatê dest pê bike.

(bb)

ANHA