Çete li Efrînê bi hev ketin

Hate ragihandin ku li navenda bajarê Efrînê di navbera komên çete de şer derket. Di şer de du çete birîndar bûn.

Çete li Efrînê bi hev ketin
10 îlon, 2018   21:18

EFRÎN

Çakvaniyan ji navenda bajarê Efrînê agahî dane ku, beriya çend kêliyan di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker  de li ser rêya otostrada kolana Vêlat şer derket. Ji ber şer du çete birîndar bûn. Her du çete rakirin nexweşxaneya Avirîn a berê.

Çavkaniyan diyar kirin ku şer heya ber nexweşxaneya Dêrsim berfireh bû.

Gelek caran komên çete li ser parvekirina mal û milkên sivîlan şer kirine.

ANHA