Cotkarên Zirganê çi dixwazin?

Li navçeya Zirgan û gundên wê ku îsal 185 hezar donim genim û 40 hezar donim pembo hat çandin lê ji sedî 80 zirar dît. Cotkaran diyar kir ku ew dixwazin rêveberî di peydakirina tovê îsal de alîkariyê bide wan, heke na dê nekarin çandiniyê bikin.

Cotkarên Zirganê çi dixwazin?
11 îlon, 2018   05:10

BÊRÎTAN MEDÛSA - SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Zirgan, navçeyeke herêma Cizîrê ya rojavayê Kurdistanê ye ku dikeve herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê. Zirgan 30 km dikeve rojhilatê Serêkaniyê. 70 gund girêdayî Zirganê ne. Hejmara şêniyên Zirganê  45 hezar kes e. Zirgan navçeyek e ku li herêma Serêkaniyê herî zêde çandinî lê tê kirin. Li Zirganê nêzî 360 hezar donim erd tê çandin. Li Zirganê di serî de genim, pembo û sebze tên çandin. Li Zirganê hezar û 300 bîrên behrî hene û hejmara cotkaran jî digihîje hezar û 300 cotkaran. Li gorî agahiyên me ji Saziya Çandiniyê ya Zirganê wergirtin, îsal 185 hezar donim genim û 40 hezar donim pembo hat çandin. Lê ji ber guherîna avhewayê (ku bi zivistanê qers çênebû û kurmên binê erdê nemirin, di zivistanê de baran nehat û di mehên dawiya biharê de baraneke zêde hat), nebaşbûna tovê pembo bû sedem ku çandina pembo zirareke mezin bibîne.

Rêveberê Saziya Çandiniyê ya Zirganê Nûrî Mihemed diyar kir ku gelê Zirganê debara xwe bi çandiniyê dike û wiha got: “Ji sedî 80’yê gelê Zirganê debara xwe bi çandiniyê dikin. Îsal çandinî rewşa wê bi giştî xirab bû. Li Zirganê genim ji sedê 50 zirar dît û pembo ji sedê 80 zirar dît. Sedemê wê jî lêxistina kurman û tovê nebaş bû. Ji sedê 80’ê cotkarên Zirganê tovê pembo ji ticaran kirîn, ji ber tovê nebaş bû zirarek mezin giha cotkaran. Tovên nebaş zirara herî mezin da pembo. Ji ber vê sedemê jî hinek xwestekên cotkaran hene.”

 ‘Bila fatureyên pembo bên Zirganê’

Cotkarê bi navê Mihemed Biro anî ziman ku wî îsal pembo û zebeş çand, bi tevahî kurman lê xist û wiha axivî: “Em alîkarî ji rêveberiyê dixwazin. Ji bo di peydakirina tovê îsal de alîkarî bidin me. Ji ber ku me berhem dernexist, em ê pere ji ku bînin.”

Mihemed destnîşan kir ku di aliyê fatureyan de pirsgirêk hene û wiha pê de çû: “Fatureyên me diçin Mebruka. Mebruka 70 km ji Zirganê dûre. Em ji bo pere bigirin gelek car diçin û tên. Ji bo me jî ne bi ewlehiye, ji ber ku di destê me de bi milyonan pere heye. Heta em diçin û tên em pir zehmetî dikişînin. Em dixwazin fatureyên me bên Zirganê.”

 ‘Em dixwazin mazotê yekser ji gaziyê bigirin’

Cotkarê bi navê Abdullah El–Ehmed jî got ku erdê wî hemû kurman xwariye û wiha axivî: “Em alîkarî dixwazin. Ji bo deynê me bê taloq kirin û tov bê peydakirin. Eger wisa nebe em ê îsal nikaribin çandiniyê bikin.” Ebdullah da zanîn ku mijarek ku wan pir bêzar dike jî mazote û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em fatureyên mazotê li saziya çandiniyê dibirin. Piştî wê fatureyê dibin komîteya sotemeniyê. Li wir jî qasî hefteyekê dimîne. Ev hem wextê me dixwe, her roj em diçin û tên û hem jî mazot dereng dimîne. Em dixwazin fatureyê ji saziya çandinî bigirin û biçin gaziyê mazota xwe bigirin.”

Rêveberê saziya çandiniyê ya Zirganê Nûrî Mihemed da zanîn ku wan heta niha gelek car ev xwestekên cotkaran ragihandine saziya çandiniyê ya Serêkanî û kantona Hesekê û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Lê heta niha tu bersiv nehatine dayîn. Em li benda biryaran in.”

(kc)

ANHA