Hesekê du şehîd oxir kirin

Bi tevlêbûna bi sedan kesî şervanên YPG‘ê Îsa El-Mihemed û Abdulkerîm El-Celî li goristana Şehîda Dijwar a gundê Dawidiyê ya bajarê Hesekê hatin oxirkirin.

Hesekê du şehîd oxir kirin
Hesekê du şehîd oxir kirin
Hesekê du şehîd oxir kirin
Hesekê du şehîd oxir kirin
Hesekê du şehîd oxir kirin
10 îlon, 2018   19:02

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên gund û bajarê Hesekê ji bo oxirkirina şervanên YPG‘ê Îsa El-Mihemed û Abdulkerîm El-Celî berê xwe dane goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ya bakurê bajarê Hesekê.

Merasîmê oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Samiya Xelîl axivî û got: "Em bejna xwe li hember şehîdên ku giyanê xwe fedayî gel û welatê xwe kirine ditewînin û sersaxî ji malbatên wan re dixwazin."

Ji fermandarên YPG‘ê Serhildan Rojava axivî û soza şopandina rêya şehîdan da pêkanîna jiyaneke bi rûmet da.

Di merasîm de her wiha endamê TEV-DEM‘ê Mustefa Ehmed jî axivî anî ziman ku ne ji şehîdan baye azadî û demokrasî pêk nedihat.

Piştre wesîqeyên herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirinqeyên herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şervanên YPG‘ê cenazayên hevalên xwe hilgirtin ser milê xwe û di nava dirûşmeyan spartin axê.

ANHA