Li Tebqayê Sersala Hicrî hate pîrozkirin

Saziya Karûbarên Olî ya herêma Tebqayê cara duyemîn e piştî rizgarkirina bajarê Sersala Hicrî pîroz dikin.

Li Tebqayê Sersala Hicrî hate pîrozkirin
10 îlon, 2018   19:39

TEBQA

Li herêma Tebqayê ku 10‘ê Gulana sala derbasbûyî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve ji komên çete yên DAIŞ‘ê hatiye rizgarkirin, îsal sala duyemîn ku civaka Islam Sersala Hicrî pîroz dike.

Bi vê munasebetê, Saziya Karûbarên Olî bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê li Mizgefta Furqan a taxa Sanî merasîmek pêk hat.

Bi dehan şêniyên herêmê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û serokên eşîreyan beşdarî merasîmê Sersala Hicrî (1440) bûn.

Di merasîmê de, Rêveberê Saziya Karûbarên Olî ya herêma Tebqayê Şêx Nasir El-Nasir hin ayetên Quranê xwendin.

Heserokê Meclisa Zagonsaz a herêma Tebeqayê Şêx Hamid El-Ferec jî axivî û Sersala Hicrî li gelê Sûriyeyê pîroz kir û diyar kir ku pîrozgahiya sersala di dema dagirkirina çeteyan de hatibû qedexekirin.

Hamdi El-Ferec di berdewama axaftina xwe de Hêzên Ewlekariya Hindirîn û QSD‘ê  li ser keda ku ji bo aramiya herêmê dane spas kirin. El-Ferec hêvî kir ku îsala bibe sala aramî û rizgarkirina tevahî Sûriyeyê ji çeteyan.

Piştî axaftinan sirûdên olî hatin xwendin.

ANHA