Mamosteyên asta navîn perwerdeya xwe bi dawî kir

Peymangeha Şehîd Hesan a navçeya Tirbespiyê perwerdeya beşa dawîn a mamosteyên asta navîn bi dawî kir.

Mamosteyên asta navîn perwerdeya xwe bi dawî kir
Mamosteyên asta navîn perwerdeya xwe bi dawî kir
Mamosteyên asta navîn perwerdeya xwe bi dawî kir
Mamosteyên asta navîn perwerdeya xwe bi dawî kir
Mamosteyên asta navîn perwerdeya xwe bi dawî kir
10 îlon, 2018   12:17

QAMIŞLO

110 mamosteyên asta navîn ji pêkhateyên Kurd û Ereb ji hemû herêmên girêdayî navçeya Tirbespiyê tev li dewreya perwerdeyê bûbûn. Dewreya perwerdeyê salekê berdewam kir.

Di dewreyê de semînerên li ser ziman, birdozî, dersên li ser materyalên asta navîn, şêwazên dersdayînê hatin dayîn da ku mamoste ji bo sala xwendinê ya nû amade bin. Her wiha tîmek ji peymangehê tev li gelek çalakiyên werzîş, çandî û civakî bû ku li navçeyê hatin lidarxistin.

Îro jî Akademiya Şehîd Hesan a navçeya Tirbespiyê dewreya perwerdeyê bi dawî kir. Bi vê boneyê rêveberiya peymangehê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de yek ji rêveberên peymangehê Macid Mûrad axivî û bidawîkirina dewreyê li hemû mamosteyan pîroz kir. Mûrad diyar kir ku armanca wan ji dewreyê ew bû ku asta zanebûna mamosteyan bilind bikin.

Mûrad destnîşan kir ku pêwîst e hemû mamoste erka xwe pêk bînin û li gorî pîvanên perwerdeyê û fêrkirinê tev bigerin, ji ber ku mamosta nifşan ava dikin.

Mamosteyên ku dewreya perwerdeyê bi dawî kirine dê li dibistanên navçeya Tirbespiyê werin belavkirin da ku xwendekarên asta navîn perwerde bikin.

Tê payîn ku Peymangeha Şehîd Hesan di demên bê de dewreyên taybet li gorî materyalên perwerdeyê yên Rojava-Bakurê Sûriyeyê veke.

Tê zanîn ku li gorî sîstema giştî ya peymangehan li herêma Cizîrê hemû mamoste tev li dewreyên perwerdeyê li ser du salan dibin lê ji ber ku pêwîstiya navçeya Tirbesiyê bi mamosteyan heye, dema dewreya perwerdeya wan kirin salek.

(bx)

ANHA