10 stêrên avê ji herêmên başûrê Qamişloyê re hatin dabînkirin

Meclisa Kantona Qamişloyê 10 stêrên ava vexwarinê ji şêniyên herêmên başûrê kantonê re dabîn kirin.

10 stêrên avê ji herêmên başûrê Qamişloyê re hatin dabînkirin
10 stêrên avê ji herêmên başûrê Qamişloyê re hatin dabînkirin
10 îlon, 2018   12:27

QAMIŞLO

Herêmên başûrê kantona Qamişloyê zehmetiyê ji pirsgirêkên ava vexwarinê dibînin, taybet li herêmên Til Hemîs, Til Birak û Til Koçer, ji ber ku çeteyan hemû avkêş rûxandin û xetasînên wan dizîn.

Piştî îlankirina avakirina meclisa kantona Qamişloyê û daxwazên welatiyên herêmên başûrê kantonê ji ava vexwarinê, Meclisa  Kantona Qamişloyê bi rêka civîna nîviyê salê ya meclisê biryar da ku stêrên ava vexwarinê ji welatiyên herêmê re peyda bike.

Ji bo bicihanîna pêdiviyên welatiyan, Meclisa Kantona Qamişloyê 10 stêrên avê kirîn ku li meclisên Til Hemîs, Til Birak û Til Koçerê belav bike.

(jo)

ANHA