Welatiyên Merkedeyê xwe bi rêxistin dikin

Bi armanca birêxistinkirinê welatiyên bajarokê Merkede û gundên wê 5 komîn ava kirin.

Welatiyên Merkedeyê xwe bi rêxistin dikin
Welatiyên Merkedeyê xwe bi rêxistin dikin
10 îlon, 2018   12:01

HESEKÊ

Îro Meclisa Kantona Hesekê li bajarokê Merkede û gundên wê 5 civînên ji hev cuda li dar xistin û di civînan de 5 komîn hatin avakirin. Li navenda bajarokê Merkede 4 û li gundê Meclûb komînek hatin avakirin.

Civînan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin ji aliyê endamên Meclisa Kantona Hesekê ve hatin kirin, axaftvan li ser rola komînan û girîngiya wan di birêxistinkirina civakê de axivîn.

Axaftvanan destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi rêka kiryarên xwe der heqê gel de, hişt ku fitne û nakokî bikeve nava gel, ji bo wê komînên ku hatin avakirin, roleke sereke di jinûvezindîkirina jiyana xwezayî de vegerîne nava civakê.

Axaftvanan da zanîn ku komîteyên ku wê di komînan de werin avakirin, divê bi awayekî aktîf kar bikin,  ji ber ku xizmeta herêmê û gel dike.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, hevserokên komînan hatin hilbijartin û 6 komîte ji her komînekê re hatin avakirin, komîteyên hatin avakirin ev in; lihevanîn, ciwan, xizmetguzerî, parastin, aborî û jin.

(jo)

ANHA