Sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG`ê Elî Rizgar û gerîlayê HPG`ê Ferhad Kobanê û şervanê YPG`ê Orhan Umer kir û sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re xwest.

Sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
10 îlon, 2018   10:10

KOBANÊ

Konê sersaxiyê yê şervanê YPG‘ê Emrah Dadê (Elî Rizgar) ê di encama nexweşiyê de li nexweşxaneya Şamê ku lê dihat dermankirin şehîd bû, her wiha gerîlayên HPG‘ê Munzur Hebeş (Ferhad Kobanê) ê li Zagrosê şehîd bûbû û şervanê YPG`ê Xebat Botan (Orhan Umer) li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê hatiye vedan. Bi sedan şêniyên Kobanê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM, Kongreya Star û HPC û HPC-Jin tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê hevserokê Meclisa TEV-DEM`ê ya kantona Kobanê Ehmed Şêxo axivî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest. Şêxo got bi saya şehîdan destanên qehremanî li Kobanê hatin nivîsandin û bûne para hemû cîhanê.

Merasîm bi axaftinan didome û dê konê sersaxiyê heta saetên êvarê vekirî be.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gerîlayê HPG`ê Munzur Hebeş (Ferhad Kobanê) li çiyayê Zagrosê sala 2007`an şehîd bûbû û cenazeyê wî li gundê Qererîşk ê aliyê başûrê Kobanê hate oxirkirin. Duh bi merasîmekê şêniyên Kobanê, cenazeyî Ferhad Kobanê veguhast Goristana Şehîd Dijle Kobanê. Her wiha cenazeyê şervanê YPG`ê Elî Rizgar jî di heman merasîmê de hate oxirkirin.

(ekip/kc)

ANHA