Li Kobanê qeza: Kesekê jiyana xwe ji dest da

Ji ber qezayeke trafîkê li ser rêya Kobanê-Helebê li nêzî gundê Girdê, jinekê jiyana xwe ji dest da û kurê wê birîndar bû.

Li Kobanê qeza: Kesekê jiyana xwe ji dest da
Li Kobanê qeza: Kesekê jiyana xwe ji dest da
10 îlon, 2018   09:21

KOBANÊ

Ji ber leza zêde, ajokar Xelef Mihemed Hemo ku erebeya Van diajot, li nêzî gundê Girdê yê başûrê bajarê Kobanê hişt ku erebe ji rê derkeve û biqulibe.

Di encamê de dayika ajokar Ferîde Mistefa bi temenê xwe 77 salî jiyana xwe ji dest da û kurê wê Xelef Mihemed Hemo yê 52 salî birîndar bû.

Îro sibehê qezaya trafîkê li çerxerêya Girdê pêk hat, Xelef û dayika xwe ji Minbicê dihatin û berê xwe didan bajarê Kobanê ku dê dayika bi navê Ferîde li Kobanê emeliyat bibûya.

(jo)

ANHA