Topbarana li ser gundewarên Hema û Idlibê zêde dibe

Hêzên rêjîma Sûriyeyê topbarana li ser gundên Idlib û Hemayê zêde kir. Her wiha 6 balafirên şer di topbaranê û avêtina qazanên teqemenî de nobedar in.

Topbarana li ser gundewarên Hema û Idlibê zêde dibe
10 îlon, 2018   10:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku îro ji saetên sibê ve topbarana li ser bajarok û gundewarên Idlib û Hemayê dewam dike. Topbaran li ser hindek devêrên bajarok, gundê El-Teh, Cercenaz, Hîş, El-Temana yên gundê başûr û başûrê rojhilatê Idlibê pêk hat. Di encama wê de herî kêm welatiyek birîndar bû.

Her wiha îro di saetên sibê de herêmên Til Osman, El-Bane yên gundewarên bakurê Hemayê, bajarokê El-Letamne yê gundewarên bakurê Hemayê hatin topbarankirin bêyî ku tu agahî der barê ziyanên mirovî de werin girtin. Ji aliyekî din ve ji saetên derengiya şeva Duşemê ve li tevahî parêzgehên Idlib, Hema, Heleb, Laziqiye bêdengiyek heye.

Çavdêran tekez kir ku rêjîma Sûriyeyê û Rûsya dest bi amadekariyên êrîşên li ser Idlibê piştî binketina lihevkirinên bi Tirkiyeyê re di civîna Tehranê de, dikin.

(bx)