DYA dê buroya Rêxistina El-Tehrîr a Filistînê bigire

Rêveberiya DYA’yê israr dike ku buroya Rêxistina El-Tehrîr a Filistînê ya li Washingtonê bigire. Her wiha dixwaze cezayan li ser Dadgeha Navdewletî ya Cezayan ji ber lêkolînên wê der barê Amerîka û Îsraîlê de ferz bike.

DYA dê buroya Rêxistina El-Tehrîr a Filistînê bigire
10 îlon, 2018   09:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên DYA’yê diyar kir ku rêveberiya Amerîkayê israr dike ku îro Buroya Rêxistina El-Tehrîr a Filistînê li Washingtonê bigire. Li gorî rojnameya Wall Street Journalê li ser zimanê alîkarê Donald Trump, John Bolton diyar kir ku di reşnivîsê de hatiye diyarkirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê her tim alîkariya hevala xwe Îsraîlê bike û rêveberiya Amarîkayê dê Buroya Rêxistina El-Tehrîr a Filistînê vekirî nehêle. Her wiha filistîniyên li wê derê lihevkirinên yekser û girîng bi Îsraîlê re red dikin.

Li gorî raporê dê Bolton gefan li Dadgeha Navdewletî ya Cezayan der barê lêkolînên wê yên li dijî DYA û Îsraîlê de bixwe.

Rojnameyê li ser zimanê Bolton diyar kir ku heger dadgeh wan, Îsraîl û alîkarên wan bişopînê dê ew der barê vê yekê de bê deng nemînin.

(bx)