Pira di navbera taxên Hesekê de bi helweşîne re rû bi rû maye

Şênî bang li şaredariyê dikin ku pira ku her du taxên El-Kelasê û El-Xerbiyê yên Hesekê digihîne hev, sererast bike. Şaredariyê jî piştî peydabûna alav û derfetên pêwîst, soza sererastkirinê da.

Pira di navbera taxên Hesekê de bi helweşîne re rû bi rû maye
10 îlon, 2018   08:19

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Beriya du salan DAIŞ'ê êrîşî Hesekê kir. Di encamê de gelek taxên bajêr di nav de taxa El-Neşwa Xerbî ket bin serweriya DAIŞ'ê. Ji bo rizgarkirina taxan YPG/YPJ'ê pirek di navbera taxên El-Kelasê û El-Xerbiyê de ava kir û ji wir ve dest bi xebatên rizgarkirinê kirin.

Pir ji girîngtirîn rêyên bajarê Hesekê ye. Di nav xemsariya aliyên berpirsyar de pir bi hilweşandinê re rû bi rû maye.

Şênî van piran ji bo ku di bendên kontrolê yên rêjîmê re derbas nebin, bi kar tînin. Lê bi hilweşandina pirê re dê taxên bakur ji yên başûr qut bibin. Ji ber wê şênî bang dikin da ku beriya zivistanê ev pir bê sererastkirin.

Welatiyê bi navê Umer El-Şêx ji niştecihên taxa El-Xerbiyê ye diyar kir ku di encama tengbûna pirê de beriya çend rojan erebeyekê qeza kiriye û bi nêzîkbûna zivistanê re dê ev rê tijî ava baranê bibe û hatin û çûyîna erebeyan asteng bike.

Ji aliyê xwe welatiyê bi navê Mihemed Hemdo bang li Şaredariya Gel a bajêr kir ku ji nû ve pirê sererast bike.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Bedran El-Himadî diyar kir ku eger pir sererast nebe dê hilweşe.

Têkildarî mijarê rêveberê beşa teknîkî yê Şaredariya Gel a navçeya başûr Mihemed El-Mekê ji ajansa me re diyar kir ku xebatên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê û qîrkirina rêyan di seriyên xebatên wan de ne. Lê dîsa wan daxwaznameyek ji bo sererastkirina pirê rakiriye, lê belê ji ber kêmderfetên şaredariyê projeyê bighîne serî.

(şx)

ANHA